Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed bi daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku Hikûmeta Demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şer ragihandiye.
Îlham Ehmed anî ziman ku bi vêyekê re li dijî Kurdên di bin zordariya rejîma berê de êşên mezin kişandin biryara tunekirinê hatiye dayîn.
‘Hikûmeta Demkî nêzî mûzakereyan nabe’
Îlham Ehmedê bi bîr xist ku piraniya niştecihên her du taxan kesên ji Efrînê hatine koçberkirin pêk tê û wiha got: “Ev her du tax ji xwe di bin dorpêça şidayî ya hêzên girêdayî Wezareta Navxwe ne. Kurd girêdayî Peymana 1ê Nîsanê man lê Hikûmet nema. Ligel hewldanên me yên diyalogê jî Hikûmeta Demkî nêzîk mûzakereyan nabe.”
Îlham cardin bang li Hikûmeta Demkî kir ku dest ji zordariyê berde û hewil bide pirsgiran bi riyên diyalogê çareser bike û got: “Gelên Sûriyê têra xwe êş ji şer kişandin. Em bang li hemû gelên Sûriyê û bi taybetî li ciwanan dikin ku ji bo edaletê hewldanên şer red bikin
(AY)

