Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Ewlehiya Neteweyî û Dîwana Wezîran li ser hewildana derbekirinê civiyan. Piştî civînan Erdoganê serokkomar eşkere kir ku ji bo 3 mehan li hemî derên Tirkiyeyê Halê Awarte hatiye îlankirin. Îlana Halê Awarete di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Recep Tayyîp Erdoganî biryar îmze kir.
Biryar:
‘’ Li gor xala 120. û benda (b)yê ya beşa yekem a xala 3. ya Qanûna Bingehîn/Makeqanûnê a 2935ê, ji roja Pêncşemê ji siet 01:00ê pê ve ji bo 90 rojan Halê Awarte hatiye îlankirin...’’
Kiryar û qedexeyên Halê Awarte
a) Qedexekirin an jî astengkirina derketina derve.
b) Qedexekirina hinek kes li hinek deran bin an kom bibin an jî wesayitên xwe bibin wan deran.
c) Kontrolkirina bedena kesan, wesayit an jî tiştên digel wan û wek delîlên sûcan destdanîna ser wan.
d) Ew kesên têdikevin cihê Halê Awarte lê heyî mecbûr in nasnameya xwe an jî belgeyeka naskirinê bi xwe re bibin.
e) Qedexekirina çapkirin, liberzêdekirin û belavkirina rojname, kovar, bangan an jî bi destûrnameyan kirina wan karan. Qedexekirina anîna rojname, kovar û bangan ji cihên Halê Awarte lê neheyî. Komkirina rojname, kovar û bangên qedexe.
f) Kontrolkirina her tiştên bi gotinan, nivîsê, wêneyan, fîlman, plakan an jî dîmenan tên belavkirin, qeytkirina wan an jî qedexekirina wan.
g) Ji bo parastina sazî û banqeyên kesên rewşa wan hessas e, daxwaza tedbîrên ewlehiya navxweyî.
h) Kontrolkirina hemî lîstikên li ser dikan tên lîstin an fîlmên tên nîşandan, pêwîst be qedexekirina wan.
i) Bi destûr jî be, qedexekirina hemî çekan.
j) Komkirin û qedexekirina her cûrreyên teqemeniyan û qedexekirina her tiştên pê teqemenî tên çêkirin.
k) Qedexekirina hatina wa kesên ku qinaeta li ser wan ew e ku ew ciwatê têk didin.
l) Kontrolkirin an jî qedexekirina têketina wan cihên divê bên parastin.
m) Qedexekirin, kontrolkirin, temaşekirin û heke pêwîst be belavkirina hemî kombûn û xwenîşandanan.
n) ... Ji bo sê mehan derêxistina karkeran ji karên wan dê bi destûrê be.
o) Sekinandina karên komeleyan, mafê biryardana yek bi yek li ser hemî komeleyan.(EKN/MB)