Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêveberiya Festîvala Fîlmên Stenbolê ya 41ê aşkere kiriye ku wan fîlmê bi navê "Yeni Bir Dünya Doğuyor", (Cîhaneke nû ji dayik dibe) yê Serhat Yuksekbagî ji bernameya festîvalê û ji pêşbirkê derxistiye.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Yuksekbag faîlê bûyereke tundkariyê ye û ji ber vê sedemê wan ev biryar daye.
Platforma piştevaniyê ya ji jinên ku di karên sînema, televizyon û şanoyê de kar dikin ya bi navê #SusmaBitsin (Bêdeng nemîne bila biqede) jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew piştgiriya IKSVyê dikin û ew hêvî dikin ku ev helwest li hemû saziyên çand û hunerê belav bibe.
Belgefîlm behsa şert û mercên huner û siyasetê yên di navbera salên 1968 - 1980ê de dike ku di navenda wê de çîroka xwendekarên ciwan ên li fakulteya hunerên xweşik dixwînin, heye. Her weha behsa veguhestina hunerê ya bi rêya tevgerên civakî dike. Belgefîlm wê cara pêşiyê li festîvalê bihata nîşandan û di Pêşbirka Belgefîlman a Netewî de cih digirt. (AÖ/FD)