Îkra Avciya ku ji bo tûndkariya li dijî jinan porê xwe hûnandibû ji kar hat derxistin
Li Rojavayê jinekê Kurd, piştî hat kuştin keziyê wê yê hûnandî ji aliyê endamekî komek çekdar ve hatibû birîn. Perestar Îkra Avciya ku li Kocaeliyê dixebitî jî bi hûnandina porê li dijî vê yekê bertek nîşan dabû.
Piştî vê çalakiyê doz li Îkra Avciyê hatibû vekirin û piştre dadgehê biryara beraetê da. Avciyê di 19ê Tebaxê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji fermanberiya dewletê hatiye derxistin.
Birîna kezî: Beden, bîr û şerê psîkolojîk
Îkra Avcıyê li ser hesabê xwe ê Facebookê ev peyam parve kir:
EZ JI PÎŞEYA XWE YA PERESTARİYÊ HATIM DERXISTIN
"Ez li hemberî kuştina jinekê bêdeng nemam. Ji bo ku ez bertekê nîşanî kuştina jinan û tundiyê bidim, min porê xwe hûnand. Berdêla wê jî ji bo min bû pîşeya min. Heqê min heram be..."
Daxuyaniya Avciyê di demeke kurt de ji aliyê gelek saziyên nûçeyan ve hat belavkirin û dosye ji nû ve ket rojeva raya giştî.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, di hesabên xwe yên medyaya civakî de peyamên şermezarkirinê ji bo biryara jikarderxistina Avcıyê parve kirin.
Amedspor û serokê wê bi hinceta hûnandina kezî sewqî PFDKê hatin kirin
Çi bûbû?
Di dema êrişên komên çekdar ên girêdayî Birêvebiriya Şamê yên li Rojavayê de, endamekî komeke çekdar Ramî Yûsif Deheş (Ramî Haşimî) keziya şervaneke jin a ku canê xwe ji dest dabû jêkiribû.
Ramî Yûsif Deheş vîdeoya vê yekê belav kiribû û ev bûyerê di nava raya giştî de bû sedema nîşandana nerazîbûneke mezin.
Piştî vê yekê jinan li ser medyaya civakî porên xwe hûnabûn û kampanyayeke piştgiriyê dabû destpêkirin. Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran, ji hunermendan heta xebatkarên tenduristiyê gelek kesan piştgirî dabû kampanyayê.
Îkra Avciya ku li nexweşxaneyeke Kocaeliyê dixebitî, piştî posta xwe ya piştgiriyê li ser medyaya civakî bûbû hedefa nijadperestên Tirk. Ew pişt re bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû desteserkirin.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Bajarê Kocaeliyê ragihandibû ku li ser Îlra Avciyê him lêpirsîna edlî him jî ya îdarî hatiye destpêkirin.
(AEK/AY)