Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
"Baldar bin! Ey Mirovahî, xwe baş bigirin! Ji bo ku hûn sax bimînin, hûn hewce ne bi lez û bez derbasî 'aboriyeke bê karbon' bibin! Ev banga dawîn e ji we re! ”
Di dema firîna balafirê de dana daxuyaniyeka wusa ji hêla pîlot ve dê tenê bibe sedema kenê. Lêbelê, bihîstina heman peyvan ji devê karekterê zexm ê pirtûkeka nivîskarekî ku li çaraliyê cîhanê têne xwendin û hez kirin dikare bandorê li xwendevanan bike.
Ji ber ku mirovên ku di cîhana jîndaran de wekî Homo sapiens hatine dabeş kirin, di heman demê de Homo narrans in ku yekane jîndar e ku dikare çîrokan vebêje. Ji ber vê sedemê, ew hêsantir fêrî tiştên ku bi çîrokbêjîyê têne vegotin dibe, ji ber ku taybetmendîyeka xwe heye ku dikare xeyal bike û dikre bikeve nava çîrokekê û hema yekser empatîyê bike, xwe efsûnîyeka wiha jî heye.
Rola wêjekaran
Dîsa, ji ber heman sedeman, hemî pirtûkên pîroz bi kurteçîrok û mînakan şîretan dikin. Ji ber vê yekê, niha dema pirsiyara jêrîn e: Gelo di krîza îklimê ya ku em lê dijîn de "berpirsiyariyek ekorexneyî" ya wejekarî heye?
Bi gotinek din, gelo di mijara krîza îklimê de berpirsiyariyeka nivîskaran heye? Li gorî rexnegirê jîngehê yê navdar Scott Slovic: erê! *
Scott Slovic dibêje: "Di van rojên [krîza îklimê] de, ez ji her demê zêdetir difikirim ku edebiyat ji lîstokek rewşenbîrî wêdetir e ku ji bo kêfê rexnegirên hişmend ên 'bêberpirsiyar' ên ku bi tiştên ku li cîhanê diqewimin re eleqedar nabin hatiye afirandin. Wêje wekî qadeka xwendinê û wêjeyê bi xwe, di asta xwe ya herî bingehîn de, li ser nirx û tevgerên mirovî ye, "
Yekem nivîskarê xwezayê yê Tirkîyeyê
Hinekan ji wan ev berî sedsalan difikirîn. Di sala 1928 an de, Komara ciwan a Tirkîyeyê ciwanên jêhatî ji bo perwerdeyê bi bûrs dişandin zanîngehên Rojavayê.
Ji nava wan ciwanan, xortekî jêhatî ji Karamanê çû Zanîngeha Bonnê da ku doktoraya xwe li ser botanîkê bike. Ew xort paşê vegeriya welatê xwe û beşdarî avakirina Fakulteya Zanistî ya Enqereyê bû, li wir qada "sosyolojiya nebatan" vekir û ANK Herbarium damezrand, ew xort Hikmet Birand bû.
Ez difikirim ku xebata wî ya herî girîng du pirtûkên wî yên di 1957 û 1972n de ne, ku wan her du pirtûkên wî ‘’mafên xwezayî yên Dayê bi bîr tînin ûu diparêzin’’ ew kirin yek ji nivîskarên yekem ên xwezayê li Tirkiyeyê. Pirtûkên wî ev in; "Dîmenên Anatolyayê" û "Guftûgoyên bi Dara Guhîjê re" .
Hikmet Birand di encama hevaltiya xwe ya nêz a bi dara guhîjê ya li Dikmenê, Enqereyê, tîne bîra xwendevan re ku ger afirîdên ne mirov kesayetiyê bi dest bixin, ji bo domdariya jiyana li ser vê gerstêrkê (ekolojîyê) ji mirovan pirrtir maf û girîngîya wan heye. Ji ber vê yekê ew pirtûk berhemên meyên pêş-nivîsandî (ceribandî) yên îklim-pêvxêstinê ne, xezîneya meya çandî ne.
Helbet ne ev tenê ye. Nivîskarên girîng ên edebiyata me, ji salên 1945an û vir de, xebatên ku behr, rûbar, lehî, çiya, zevî, çewlig, ax, hewa, asîman, baran û ziwahîyê bi xwe wek rolên sereke ne cîh girtine û kesayetîyek wergirtine nivîsandine.
Di nav nivîsarên ku di sedsala 20an de hatine nivîsîn de, yên ewil ku têne bîra min ev in: Aganta Burina Burinataya Halikarnas Balıkçısı (1945), çîrokên Sait Faik, romanên Yaşar Kemal ên 1978an: "Deniz Küstü", "Kuşlar da Gitti", "Susuz Yaz"a Necati Cumalî (1960), "Kaplumbağalar"a Fakir Baykurt (1980), ‘’ Berci Kristin Çöp Masalları"ya ya Latife Tekin (1984) û ‘’İki Yeşil Susamuru"ya min (1991).
Ên ku şopa xwe li cîhanê hiştin
Dema ku em li nivîskarên xwezayê yên pêşeng û xwezaparêzên ku di Wêjeya Cîhanê de şopa xwe hiştine dinihêrin, em dibînin ku fîlozof jî derdikevin pêş. Wek ku wêjenas bi piranî dikin (em dikin); Li şûna ku em li ser navê kesên din bipirsin û bipeyivin, nivîskarên ku hesta bêdengiyê didin me, lê bi rastî bi zimanê xwe bi hev re diaxivin û alîkariya hev dikin dibine zimanê cîhana nebat û heywanan û ji dêvla wan re vedibêjin...
Çîrokên nivîskî yên çîrokbêjên ku di bîra wan de ye ku mirov ne hosta û xwedîyê xwezayê ye, ew tenê perçeyeka wê ye û vê rastiyê fam dikin... Wê hema di cî de Henry David Thoreauyê xwedîyê berhemên ‘’Walden’’ û ‘’Sivil İtaatsizlik’’ê Aldo Leopoldê bavê ‘’Toprak Etiği’’yê, Jhon Muir, Henry Boston, dêya hereketa jîngeha modern û nivîskara ‘’Sessiz Bahar’’ê Rachel Carson û Edvard Abbey, bi tam wateya xwe dêya xwezayê Ursula Le Guin û Margaret Atwood û bi nivîsên xwe yên dawîyê Barbara Kingslover werine bîra eleqedar û meraqdaran.
Kesên cara pêşî nav li stêrkên asîmanan kirine
Helbet kal û pîrikên me, yên ku bi hezaran sal bi devkî ji me re vegotin, ku mirovahî wekî perçeyeka xwezayê qebûl kirine û berî xwe wek axa û xwedîyê xwezayê bihesibînin bi xwezayê re di nava ahengekî de jîyane hebûne berî van nivîskar, ramanwer û zanyarên hêja yên herêmî û biyanî, ku em wan bibîr tînin û cîhek ji bo bîranînê nabînin jîyane û wê demê çîrokên li ser xwezayê li ser lewheyên axê nivîsandine û bi hezarsalan vegotine.
Mimkin e ku mirov bifikire ku di serdema berî monoteizmê de kesên ewil ên jîngehparêz û îklim-pêvxistî, bav û kalên me yên pagan û şaman bûne û bi îhtîmaleka mezin wan mît û destanên xwe li dor agir gotine. Jixwe, ya rast ‘’kesên cara pêşî nav li stêrkên asîmanan danîne ew bûne.’’**
Di salên beriya olên yekxwedayî de, dema ku mirovahiyê wekî pagan an şamanekî xweza diparast, li gorî van baweriyan guneh, şerm û qedexe bû ku her perçeyeka xwezayê ji hewcedarîyê zêdetir were xwarin an bikaranîn.
Ya herî girîng, Pagan an şamaman, ku dizanîbûn ku her zindiyek xwe can û rihek heye mîna mirovan, dizanibû ku birîn an şewitandina darekî, serjêkirin an lêdana li heywanekî mîna mirov diêşe û diêşîne, û wan weka niha çavbirçîtî nedikirin.
Kî ji me hov e?
Em bi heyranokî fêr dibin ku Çermesor (Emrîkîyên Niştecih) û Şamanên Sîbîryayî bi serê tilîyan li ser axa çandî meşîyane ê rêz dane axê, mîna ku li ser zikê jineka ducanî bimeşin. Ew hîn jî wiha ne.
Mirovahîya ku wan serdemanên dema ku aboriya ne girêdayî karbonê bû wekî prîmîtîf tê bi navkirin, niha her tiştê zindî yê ne mirov wekî "tiştên ne zindî, bê can" diqelişîne, diçirîne, dişewitîne, difiroşe, dikole, binax dike û îşkenceyê lê dike û di ser de jî xwe nûjen û medenî dihesibîne. Îro, yek ji mijarên herî girîng ku divê edebiyata efsûnî-îklimî dîsa bîne bîra me ev e ku ‘şaristanî bi rastî çi ye’.
Bi post-modernîstbûnê tê tawanbar kirin
Gava ku romana min a yekem, ‘’İki Yeşil Susamuru, Anneleri, Babaları, Sevgilileri ve Diğerleri”, ku wê demê rengê xwe ji "Partiya Kesk a Tirk" girtibû, di 1991 de hat weşandin, hatibû îddîakirin ku çend nivîskarên ciwan, ez jî di nav de, ketine nav meyla "post-modern" a ku wêjeya cîhanê serdest kiribû, rexneyeka wiha ku mebesta wê xerabî bû li me hatibû kirin.
Lêbelê, ev romana alegorîk yek ji wan xebatan bû ku tê de Partiya Kesk û felsefeya wê ku yek ji nûnerên pêşeng ên tevgera kesk li welatê me bû di salên 1980yan de, bi navgîn û karakterekî xeyalî vediguhest edebiyata me. -Di vê navberê de, nizanim çima ye hîn jî destûr nayê dayîn ku Partiya Kesk dîsa bi fermî were damezrandin!- Herweha, ez ê ku ji perwerdeyeka hejmarî (zanistî) hatibûm, min hîn wan rojan nedizanî ku post-modernîzm çi ye.
Min romanek nivîsandibû ku tê de min hewl dabû ku mijarên qirêjiya jîngehê û têkiliya pirsgirêkên jîngehê bi tenduristiyê re, yên ku pir ciddî nehatine girtin, -ji bilî qada akademîk a ku li ser ekolojî û ekolojiyê balê dikişand di wan salan de- di wêjeyê de xuya bibe. Postm-modernbûna pirtûkê ji serdema nivîskarî tê de dijîya bû, ne plan û projeyeka plankirî bû.
Bîst sal şûnde îro
Bîst sal piştî vê romanê, min dest bi nivîsandina rêzeyek romanên ku li çar herêmên cihê yên erdnîgariya Anadoluyê diqewimin kir, ku mijara sereke xiyaneta mezin a mirovahiyê ye, ku ji ber xerckirina zêde û çavbirçîtiya hêzê xîyanetê li xwezaya ku wan demekê bi hezkirin diheband dikin e.
Di heman demê de ev jî ne projeyeka plansazkirî û bernamekirî ye ku "Tabiat Dörtlemesi", -ya ku min di sala 2008an de dest pê kir û ya dawîn îsal (2021) dê biweşe,- di salên ku cîhan ji hêla çalakiyên xerckirinê ve pir neyînî hate guheztin de ku di vê serdemê de ji hêla mirovan ve bi xweperestî heye de wê biweşe. Ev serdema ku ê re ‘Serdema Antroposen’ tê gotin.
Navdayîna îklim-pêvxistinê li romanên ‘’Toprak Dörtlemesi’’ (Su, Toprak, Hava û Ateş)î jî tam leqayî vê serdemê hat. Lêbelê, ev roman ji hêla akademîsyenên jin ên ku bi salan di warên "etîka axê" û "ekokrîtîzm" de xebitîne bi germî hate pêşwazî kirin, û bi saya wan, min xwe li qadeka bi navê ekokrîtîzm û/an îklim-pêvxistinê dît.
Banga li mirovahîyê
Ev yek dîsa girêdayî/têkildarî bandora serdemê li ser nivîskarî û baldarîya nivîskarî li ser xweza û ekolojîyê ye. Ez dixwazim gotinên xwe bi hişyariya girîng ên dermanfiroş, zana, giyakar, Şaman Umay Nineyê ku karaktereka romanê ye, bidawî bikim:
“Ey keça mirovî, ey kurê mirovî! Tu ne serwerê xwezayê yî, tu tenê perçeyek ji wê yî. Cihê xwe û nirxê xwezayê bizanibe. Niha, tu li ku derê jî bî têkoşîna xwe bidomîne da ku siyasetmedar û karsazên dewlemendên cîhê ku hûn lê dijîn bi aboriyeka bê karbon razî bikin û dar, av, hewa û axa xwe biparêzin! Ev têkoşîn êdî ji bo me mijara hebûnê ye! ”
(BU/DŞ/VU/AY)
* Scott Slovic, Going Away to Think, Çev: Ufuk Özdağ, “Doğa, Kültür, Edebiyat”- Ürün yayınları 2017, 2.baskı
** John Berger, Görme Biçimleri
*Rêzenivîsa ‘Heyama ku Îklim û Dinya Diguhere
Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok! -Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
2/ Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê- Özdeş Özbay
3/ Tirkiye dixwaze li heremê polîtîkayeka enerjiyê ya “millî” bimeşine- Emre İşeri
4/ Bandora krîza îklîmê û sotemenîyên fosîlî li ser tendûristîya zarokan- Çiğdem Çağlayan&Funda Gacal
5/ Dê rojên xweş bên, rojên tavî û bê termîk- Elif Ünal
6/ An kapîtalîzm an pêşeroj – Tuna Emren
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
12/ Pergaleka xwarin-çandiniyê ya berxwêder li hemberî krîza îklimê çawa gengaz e?- Fikret Adaman, Duygu Avcı, Umut Kocagöz, Gökçe Yeniev
13/ Krîza îklimê bandorê li jinan dike, jin bandorê li têkoşîna îklimê dikin- Merve Ozçelîk
14/ Di edebîyatê de îklim/pêvxistin - Buket Uzuner
* Ev rêzenivîs bi alîkariya darayî ya Navenda Rojnamegeriyê û Medyaya Navnetewî ya Zanîngeha Metropolîtan a Oslayê (Oslo Metropolitan University Journalism & Media International Center) tê weşandin.