Xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê ji ber qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, di roja 20em de berdewam dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku di nava 3 rojan de hêzên ewlehiyê yên Îranê bi doçka û BKCyan êrişî xwenîşanderan kiriye û "komkujî" kiriye.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) 3 hezar û 428 kes hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwecê ye, di rapora xwe ya herî nû de eşkere kir ku di rojên 8 heta 11ê Kanûna Paşîn a 2026an de, hêzên ewlehiyê yên Îranê xelkê nerazî yê li ser kolanan "komkuj" kiriye.

HRANA: Di xwepêşandanên Îranê de 2 hezar 615 kes mirin e
Di raporê de hat gotin ku tiştê li Îran û Rojhilatê heye "hukmê leşkerî ye" û "xwenîşander bi awayekî sîstematîk tên kuştin."
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) da zanîn:
"Belge û zanyariyên hûr di destê me de hene ku îsbat dikin hikûmeta Îranê bi qutkirina înternetê xwestiye wê komkujiya ku mebesta wê bû pêk bîne, da ku dengê wan neyê bihîstin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) derbarê amara girtiyan amaje pê kir ku zêdetirî 20 hezar xwenîşander hatine desteserkirin û "metirsiya cezayên tund, bi taybetî îdam li ser beşeke mezin ji wan heye."
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmûd Emîrî-Muqedem got:
"Divê civaka navneteweyî Elî Xamineyî û biryarderên din ên van tawanan sewqî dadgehê bike. Xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber bihabûn û daketina nirxê tumenê ji aliyê esnafên Tehranê ve dest pê kiribû lê zû li parêzgehên din belav bû. Serokê Amerîkayê Donald Trump çend caran piştgiriya xwe ya ji bo xwenîşanderan nîşan daye û ji xelkê re gotiye "Alîkarî di rê de ye.Trump her wiha gef li berpirsên Îranê xwarine ku heger ew xelkê bikujin ew dê "bi awayekî herî tund li wan bidin."
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, IHR

