Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Platforma Hevbeş a Mafên Mirovan (IHOP) derbarê êrîşa li Zaxoyê, ya Herêma Kurdistanê pêk hatiye de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. IHOPê gotiye ku divê lêpirsîneke bilez û berfireh bê kirin.
Di 20ê Tîrmeha 2022yê de, li Zaxoyê, navçeya Dihokê ya Herêma Kurdistanê, di encama topbaranê de du jê zarok 9 sivîl miribûn, 22 jî birîndar bûbûn.
“Peymana Cenêvê bibîr xistine”
Platformê di daxuyaniyê de gotiye, vê qetlîamê, rêgezên bingehîn ên di hiqûsa mirovî de ya derbarê parastina sivîlan careke din nîşan daye û Xala 3yê ya hevbeş a Peymanên Cenêvê bibîr xistiye: “Di dema pevçûneke çekdarî de hemû aliyên vê pevçûnê, çi dewlet çi ne dewlet, berpirsiyar in ku li rêgezên hiqûqa mirovî tev bigerin. Aliyên pevçûnê ji bo parastina sivîlan, wê her demê gelê sivîl û şervanan ji hev cida bikin. Ne serjimara sivîlan ne jî kesên sivîl wê nebin hedefa êrîşan.”
IHOPê her weha diyar kiriye ku ji bo ziyan negihêje sivîlên din, divê beprisiyar bê ceza neyên hiştin.
Pêkhateyên IHOPê: Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Welatiyan, Komeleya Çavdêriyê ya ji bo Mafên Wekhev û Komeleya Înîsiyatîfa Mafan. (AS/FD)