Îhmalkirina Zarokan: Sedem, encam û pêşîlêgirtin
![Îhmalkirina Zarokan: Sedem, encam û pêşîlêgirtin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/28/ihmalkirina-zarokan-sedem-encam-u-pesilegirtin.webp)
Bi rastî rewşek xemgîn e ku di van demên dawî de zarokên îhmalkirî pirtir bûne. Ev rewş hem ji bo pêşketina zarokan hem jî ji bo civaka me encamên giran derdixe holê.
Îhmalkirina zarok rewşek e ku hewcedariyên bingehîn ên bedenî, hestyarî, perwerdehî û tenduristiyê yên zarok bi têra xwe nayên bicihanîn. Ihmalkirina zarokan dikare bandorên neyînî yên kûr û mayînde li ser tenduristî û pêşkeftina zarokên îhmalkirî bike.
Îhmalkirina zarokan tê wateya negihandina hewcedariyên zarokê yên laşî, hestyarî, perwerdehî an tenduristiyê. Îhmalkirina zarokan bi gelemperî dikeve çar kategoriyên sereke:
Îhmalkirina Bedenî: Negihîştina hewcedariyên bingehîn ên zarokê yên wekî xwarina têr, stargeh, cil û berg û paqijiyê.
Îhmalkirina hestyarî: Mehrûmkirina zarok ji hestên heskirin, ewlekarî û aîdiyetê.
Îhmalkirina Perwerdehiyê: Ihmalkirina hewcedariyên perwerdehiyê yên zarok, nehiştina wî ya dibistanê, an paşguhkirina dijwariyên hînbûnê.
Îhmalkirina Tenduristiyê: Ne gihandina xizmetên tenduristiyê ji bo zarok, ne midaxeleyên tibî yên pêwîst.
Îhmalkirina zarok dikare bi gelek sedeman hebin û bi gelemperî bi tevliheviyek faktoran pêk tê. Sedemên sereke ev in:
Ger malbat di tengasiyên aborî de bin, dibe ku nikaribin pêdiviyên bingehîn ên zarokên xwe bi cih bînin.
Sedema îhmalkirinê dibe ku ew be ku dêûbav di derbarê lênêrîn û pêşveçûna zarokan de ne xwediyê zanîna têr be.
Pirsgirêkên wek tûndkariya nav malê, alkol û maddeyên hişber xetereya îhmalkirina zarokan zêde dike.
Pirsgirêkên psîkolojîk ên dêûbav ên wekî depresiyon û hwd. dibe sedema îhmalkirinê.
Îhmalkirina zarokan dikare bandorên neyînî yên cidî li ser tenduristiya laşî û giyanî ya zarok bike. Ev bandor:
- Kêmasiya xwarinê û nebûna gihandina lênihêrîna tenduristiyê dikare bandorek neyînî li pêşkeftina laşî ya zarok bike.
- Zarokên ku rastî îhmalkirina perwerdehiyê tên, dibe ku di performansa xwe ya li dibistanê de paşdemayîn nîşan bidin.
- Zarokên îhmalkirî dibe ku pirsgirêkên hestyarî û behreyî yên wekî xwebaweriya kêm, fikar, depresiyon, û tevgera êrîşkar rû bidin.
- Zarokên îhmalkirî nikarin jêhatîyên civakî pêş bixin û bi hevsalên xwe re têkilîyên saxlem saz bikin.
- Dibe ku bi hevkariya hemû beşên civakê pêşî li îhmalkirina zarokan bê girtin. Hin tedbîrên ku dikarin bêne girtin ev in:
- Divê dê û bav di derbarê lênêrîn û pêşveçûna zarokan de bêne perwerde kirin û piştgirî ji dêûbavan re bê kirin.
- Ji bo malbatên ku di tengasiya aborî de dijîn divê bernameyên alîkariya civakî bên pêşkêşkirin.
- Divê ji bo malbat û zarokên di bin xetereyê de bernameyên destwerdana zû bêne çêkirin û pêkanîn.
- Divê kampanyayên agahdarkirinê bên organîzekirin da ku li ser îhmalkirina zarokan li seranserê civakê hişyarî bê dayîn.
- Divê qanûnên ku mafên zarokan diparêzin bên bicihanîn û li hemberî îhmalkirina zarokan tedbîrên pêşîgirtinê bên girtin.
Îhmalkirina zarokan pirsgirêkek cidî ye ku paşeroja civakê tehdîd dike. Çareserkirina vê pirsgirêkê ancax bi hişmendî û hevkariya civakî pêkan e. Ji bo pêşîgirtina li îhmalkirina zarokan perwerdekirina dêûbavan, bihêzkirina pergalên piştevaniya civakî û bi bandor bicihanîna rêzikên qanûnî gavên girîng in. Ji bo her zarokek hem di warê ferdî û hem jî di warê civakî de mezinbûna di jîngehek saxlem, ewledar û bi hezkirin de pir girîng e.
Divê ji bo her civakê modelek perwerdehiya xwemal hebe?
![Divê ji bo her civakê modelek perwerdehiya xwemal hebe?](https://static.bianet.org/list-yazi/2024/06/21/dive-ji-bo-her-civake-modelek-perwerdehiya-xwemal-hebe.jpeg)
Zordestiya hevsalan di zarokan de
![Zordestiya hevsalan di zarokan de](https://static.bianet.org/list-yazi/2024/06/11/zordestiya-hevsalan-di-zarokan-de.webp)
Zarokên xwe teşwîqî fêrbûnê bikin
![Zarokên xwe teşwîqî fêrbûnê bikin](https://static.bianet.org/list-yazi/2024/06/05/zaroken-xwe-teswiqi-ferbune-bikin.jpg)
Bingeha Serkeftinê: Çima motivasyona fêrbûnê girîng e?
![Bingeha Serkeftinê: Çima motivasyona fêrbûnê girîng e?](https://static.bianet.org/list-yazi/2024/05/27/bingeha-serkeftine-cima-motivasyona-ferbune-giring-e.png)
Qîrîna Bêdeng: Qêrîna zarokên di bin îstismara hestiyarî de
![Qîrîna Bêdeng: Qêrîna zarokên di bin îstismara hestiyarî de](https://static.bianet.org/list-yazi/2024/05/20/qirina-bedeng-qerina-zaroken-di-bin-istismara-hestiyari-de.jpeg)