Fotograf: IHDya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora xwe ya ku bi boneya 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tûndkariya Li Ser Jinan amade kiriye, weşandiye.
IHDyê li avahiya xwe bi civîneke çapameniyê bîlançoya 10 mehan a kuştin û tundkariya li ser jinan a li bajarên herêmê bi raporekê aşkera kiriye.
Rehşan Bataray Saman, Alîkara Hevserokên Giştî ya ÎHDê, endam û rêveberên jin ên Şaxa ÎHDê ya Amedê jî tevlî civînê bûne.
Çarçoveya raporê 10 mehên(Kanûna Pêşiyê-Çiriya Pêşiyê) sala 2021an ne. Di raporê de polîtîka û bûyerên tûndkariyê yên li dijî jinan yên bajarên herêmê hatiye nirxandin.
İHDyê aşkere kiriye ku di encama tûndkariya mêran ya li nava mal û qadên civakî de pêk hatiye, li Amedê û bajarên derdorê 30 jin hatine kuştin, 37 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.
Bitikîne-Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine
Bixwîne-Raporên tûndkariya mêran
IHDyê di raporê de bal kişandiye ser zêdebûna bûyerên xwekuştina jinan û gotiye, “Di qonaxa 10 mehên dawî de bi qasî ku me tespîtkirine 19 jinan xwe kuştine û 7 jinan jî hewl dane xwe bikujin.
Komeleyê diyar kiriye ku piştî 19ê Adara 2021an roja betalkirina Peymana Stenbolê li bajarên herêmê di encama tûnkariya nava malbatê de 10 jin û li qadên derve jî 6 jin mirine.
Li herêmê fihûş li jinan tê ferzkirin
Her weha IHDyê di raporê de destnîşan kiriye ku şerên kul i rojhilata navîn dewam dike herî zêde bandorê li jin, zarok û LGBTI+yan dike.
Di raporê de bal kişandiye ser fihûşa ku li herêmê li jinan tê ferzkirin û weha hatiye gotin "Bi taybetî li Colemêrg, Şirnex û Dersimê ku hejmareke zêde ya polis û leşkeran lê heye, ji ber bêdengiya dewletê û bêcezahîştina darazê fihûş li jinan tê ferzkirin û binpêkirinên mafan ên li dijî jinan li herêmê berbelav dibe."
Komeleyê di raporê de destnîşan kiriye ku bi taybetî li bajarên herêmê bûyerên ku hêzên leşkeri û polîs faîlin û rûbirûyê cezayê namînin hêzê dide faîlên din.(KO/AY)