Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtigeha Xarpêtê diqewimin raporek amade kiriye û bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kiriye.
Di daxuyaniyê de Serokê ÎHDê yê Şaxa Amedê Ercan Yilmaz û endamên rêveberên komeleyê beşdarî civînê bûne.
Di destpêkê de Serokê ÎHDê Ercan Yilmaz axivîye û destnîşan kiriye ku girtî û xizmên girtiyên ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 1 û 2an ên Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa T serî li komeleya wan dane û derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên navborî de agahî dane wan.
Yilmaz daye zanîn ku di 18ê Tebaxa 2023an de Komîsyona Girtîgehan a komeleya wan serdana girtîgehên navborî kirin e. Di hevdîtinên ku bi girtiyan re hatin kirin de, diyar bûye ku di gelek mijarên kategorîk de binpêkirinên mafan hene û wiha got:
“Her wiha şandeya me ji Serdozgeriya Komarî ya Xarpêtê derbarê îdiayên navborî de randevû xwestiye, lêbelê bi hinceta zêdebûna kar û sedema betlaneya edlî randevû nedane.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştre Endama Komîsyona Girtîgehan ya ÎHDa Amedê Jiyan Ormanli jî tespît û pêşniyariyên komeleyê ku beşek ji raporê ne xwendİYE. Ormanli destnîşan kiriye ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1an a Ewlehiya Bilind di 7ê Tebaxa 2023an saet di 03.00an de 2 girtiyên edlî ketin odeyên girtiyên din ên ji dosyayên di çarçoveya TMKê de girtî ne û birîndar dikin, gef xwarin e û heqaret kirin e.
Ormanli bi domdarî wiha gotiye: “Li gorî nêrîna ku ji hevdîtina îfadeyên mexdûran û girtiyên ku şahidê bûyerê bûne, berpirsên bûyerê êrişî girtiyan kirin û ji aliyê personelên ku ji ewlehiya girtiyan berpirsyar in bi tu awayî pêşî li wan nehat girtin. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya jiyanê ya girtiyan li girtîgehê tune ye û bi giştî lewaziya ewlehiyê heye.”
“Divê lêpirsîn were destpêkirin”
Ormanli anîye ziman ku li gorî çavderiyên wan qanûn û polîtîkayên rejîma îdamê li Tirkiyeyê dibe sedema gelek pêkanînên ku dûrî rûmeta mirovan in.
Ormanliyê diyar kiriye ku rejîma îdamê ya niha li Tirkiyê pêwîst e di berjewendiya girtiyan de were nûkirin, da ku girtî bi awayekî birûmet, bi ewle bin û dawî li înfaza bêserûber were anîn. Ormanli destnîşan kiriye ku divê derbarê girtiyên ku di bûyerê de bûne berguman lêpirsîn bê destpêkirin û wiha got:
“Her wiha divê derbarê berpirsên cemaweriyê yên di nava bûyerê de cih girtin e jî lêpirsîneke bi bandor bê kirin.”(AY)