Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) îro rapora xwe ya Binpêkirina Mafên Mirovan a 2022an eşkere kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî û bi taybetî jî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine pêk nayîne.
Binpêkirinên mafan
Di raporê de têkildarî binpêkirinên sala borî ev nirxandin hatin kirin:
Bêcezatî/demborî: Di danişîna dawî ya doza Madimakê ku di 2ê Tîrmeha 1993an de li Otela Madimakê ya Sêwasê ku 33 rewşenbîr û hunermend hatin şewitandin, bi rêbaza demboriyê polîtîkaya bêcezatiyê hate tercîhkirin.
Wendakirinên di bin çavan de: Heta ku faîl neyên eşkerekirin pirsgirêk berdewam dike. Qedexeyên li dijî çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê dabûn destpêkirin hê jî didome.
Îşkence: Her çend li gorî peymanên navneteweyî û qanûnên navxweyî ev rêbazek qedexe be jî, îşkence berdewam dike. Belgekirina îşkenceyê jî pirsgirêkek cuda derdixe holê, ji ber ku dadger tenê raporên Saziya Tipa Edlî wekî delîl qebûl dike, ango îşkence divê tenê ji aliyê saziyeke pispor a fermî ve bê belgekirin, lê ATK rêxistineke dewletê ye.
Azadiya derbirînê û rêxistinbûnê: Mirov ji ber gotarên ku dinivîsin, axaftinên ku dikin, tweetên ku belav dikin bêyî ku lêpirsîn were kirin tên girtin, bi taybetî xalên 9 û 10 ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi berdewamî têne binpêkirin,
Girtiyên nexweş: Li girtîgehê gelek girtiyên nexweşiya wan giran in hene.
Gotinên nefretê û cudakarî: Nefret û kînek mezin li dijî LGBTI+yan tê organîzekirin û organîzatorên vê nefrete jî yên ku dewletê birêve dibin bi xwe ne. LGBTI+ li erdnîgariya me di bin xetereya mirinê de dijîn.
Pirsgirêkên aborî: Li gelek qadan ji kar derxistin didome û zextên li ser sendîkayan yên ji bo birêxistinkirin û derbirînê dewam dikin.
Pirsgirêka Kurd: Şer ne tenê dibe sedema bi deh hezaran qurbaniyan, zerarê dide aştiya civakî û daxwaza jiyana bi hev re ya mirovan. Divê dev ji polîtîkayên ewlehiyê yên li ser înkar û asîmîlasyonê berdin û bi polîtîkayên aştiyane, aştiya civakî pêk were. Butçeya ku ji bo şer tê xerckirin ji bo polîtîkayên aştiyê, perwerdehî, tenduristî û aboriyê were terxankirin dê pir girîng be û wê erdnîgarî tevahî rehet bike.
Penaber: Siyaseta dewletê pir cudaxwaz e. (AS/AY)