Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) bertek nîşanî biryara Doza Parka Geziyê dane û gotine, “'Sazîbûna bêedaletiyê êdî wisa li ber çavane ku bi nixumandinê jî nayê girtin.”
IHD û TIHVê diyar kirine ku biryar dide xuyakirin ku daraz veguheziye amûra zextê ya desthilatê.
Bixwîne- Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Di daxuyaniya hevbeş de hatiye gotin ku bi biryara ku di doza Geziyê de hatiye dayîn, li Tirkiyeyê edalet bi destê dadrêsan carekê din binpê bûye.
Daxuyaniya Hevpar weha ye:
"Bi vê biryara nayê qebûlkirin re parêzvanên mafên mirovan ên daxwaza edaletê dikin ne tenê ji bo welatê em lê dijîn, ji bo tevahiya cîhanê ji aliyê dadgeriyê ve hatine tepisandin. Biryar bi temamî li dijî eqil, wijdan û hiqûqî ye. Ji ber ku di pêvajoya darizandinê de ti qonaxeke ku bûye komedî ti delîleke şênber, encamgir û pêbawer dernexistiye holê ku divê ceza li wan were birîn. Tekane delîlên ku hene, qeydên guhdar kirinê ne ku ew jî li gorî qanûna Dadgeha Bilind qedexe ye û li dijî qanûnê ye.”
" Em weke saziyên ku bi salane ji bo rêz li mafên mirovan were girtin, parastina demokrasî û serdestiya hiqûqê têdikoşin, em vê biryarê bi awayê herî tûnd şermezar dikin û qebûl nakin. Em dixwazin careke din bînin bîra desthilatdariya siyasî ku li gorî hemû xalên Danezana Parêzvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) neçar e ku parêzvanên mafên mirovan biparêze. Her wiha em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku tavilê dawî li zordariya xwe ya li ser dadgeriyê bîne û li gorî Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî yên mohra xwe daniye binî, bi taybetî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHS) û biryarên DMMEyê yên li gorî ferzên di vê çarçoveyê de ne, bi cih bînin.”(AO/AY)