Fotograf: MA
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadê (OHD) daxwaz kirine ku Abdullah Tûran, girtiyê nexweş serbest bibe.
Tûran felc e û nexweşiya dil pê re. Ji bo rewşa Tûranî li avahiya ÎHDya Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk hatiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Gulseren Yolerî, Seroka ÎHDya Stenbolê di civînê de diyar kiriye ku meseleya girtiyên nexweş meseleya herî bingehîn a girtîgehan e û girtî di nav çar dîwaran de terka mirinê hatine kirin.
"Bila serbest bibe"
Mehmet Acettîn, Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHDyê di civînê de gotiye digel Saziya Tiba Edlî raporek daye û xwestiye Tûran girtî nemîne û digel rewşa wî ya giran dîsa jî serbest nahêlin.
Acettînî destnîşan kiriye ku ji bo Tûran serbest bibe serî li dadgehan xistine lê daxwaz nehatine qebûlkirin. Mehmet Acettînî gotiye, dewlet ji jiyana girtiyan berpirsiyar e û pêwîste Tûran serbest bibe û were dermankirin.
Bavê Tûranî jî daxwaza azadkirina kurê xwe kiriye
Mehmet Zaît Tûran, bavê Abdûllah Tûranî destnîşan kiriye ku kurê wî girtiyekî nexweş û nexweşiya wî giran e. Tûranî gotiye di rojên dawî de rewşa wî girantir bûye û banga azadkirina kurê xwe kiriye.
Wê giliyê nexweşxaneyê bikin
Parêzer Esra Erîn, endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di demac civînê de diyar kiriye ku tevî rapora wî ya tehliyekirinê heye Tûranî serbest nakin û girtîgeh ji bo dermankirina Tûranî ne cihekî guncav e. Erînê aniye ziman ku Tûranê li nexweşxaneyê dihat dermankirin ji wir derxistine û birine girtîgehê û ew ê giliyê vê nexweşxaneya ku dermankirin asteng kiriye bikin. (FD)