Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komisyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) derbarê bûyera desteserkirinê ya li Xelfetiya Rihayê de civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Komisyonê di civînê de bal kişandiya ser Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê û Protokola Stenbolê.
Endamên komisyonê ji bo lêkolînê li ser bûyera îşkencekirina jinan bikin çûne Rihayê. Di civînê de berpirsiyariya doktoran hatiye bibîrxistin û ji wan hatiye xwestin ku li gorî Protokola Stenbolê tevbigerin.
Protokola Stenbolê berpirsiyariya doktoran saz dike. Protokol behsa wî tiştî dike ku piştî mexdûrên rastî îşkenceyê hatine birin nexweşxaneyan divê doktor çawa nêzîkî bûyerê bibe.
“Li nik doktorî jî îşkence li me didan”
Civîna çapemeniyê duh (24ê Hezîrana 2019ê) li Navenda Giştî ay İHDyê pêk hatiye û di civînê de behsa bûyera îşkencekirinê hatiye kirin.
Endamên Komisyonê piştî vê behsa Peymana Stenbolê kirine û wiha gotine:
“Tirkiyeyê di sala 2017ê de Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê îmze kiriye ku derbarê tundkariya li ser jinan de ye û gelekî girîng e.
“Xala 5em a vê peymanê wê berpirsiyariyê dide ser milê dewletên alîgirê peymanê ku divê tundkariyê li jinan neke û erkdarên dewletê li gorî vê berpirsiyariyê tevbigerin.
“Li Xelfetiya Rihayê hemû xalên peymanê hatiye binpêkirin. Wezîfedarên dewletê bi temamî li dijî peymanê tevgeriya ne û bi awayekî aşkere tundkarî û tundkariya cinsî li jinan kirine”.
Di daxuyaniyê de her weha hatiye gotin ku liv û tevgera doktoran ne li gorî Protokola Stenbolê ya Neteweyên Yekgirtî bûye:
“Jinên mexdûr ên ku li Xelfetiyê hatine desteserkirin û em bi wan re axivîn, gotine ku dema ew birine nexweşxaneyê polîs jî bi wan re ketine nik doktoran û G.A yê diyar kiriye ‘me bi hev re birin nik doktoran. Dema doktorî kurê min derman dikir, polîs li pismamê min dixwist.” (AS/FD)