Fotograf: ÎHD
Komisyona Girtîgehan a ÎHDya Stenbolê rapora xwe ya 3 mehan a derbarê binpêkirinên mafan li girtîgehên herêma Marmarayê aşkere kiriye. Li gorî vê raporê di sê mehan de 786 caran maf hatine binpêkirin.
Komisyonê civîna çapemeniyê li avahiya saziyê ya li Taksîma Stenbolê aşkere kiriye. Gulseyer Yolerî, Seroka ÎHDya Stenbolê û Meral Nergîs Şahîn, endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHDya Stenbolê rapor aşkere kirine.
85 kesan serî li ÎHDyê daye
Girtiyan û malbatên girtiyên 22 girtîgehan serî li ÎHDyê dane û rapora navborî bi vî awayî amade bûye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di meha Tîrmehê de 29 kesan, di Tebaxê de 22 kesan û di Îlonê de jî 34 kesan serî li komeleya wan daye û li ser hev 85 kesan serî li wan daye.
“786 caran maf hatine binpêkirin”
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji van 85 kesan 4 jê jin in, 81 jî mêr in, 9 girtiyên edlî ne û 76 girtiyên siyasî ne:
“Di her serlêdanê de ji binpêkirinekê zêdetir binpêkirinên mafan qewimîne. Di 85 serlêdanan de bi giştî 786 serlêdan ji aliyê komeleya me ve hatine tespîtkirin. Di meha Tîrmehê de 301 binpêkirinên mafan, di meha Tebaxê de 160 binpêkirinên mafan û di meha Îlonê de jî 325 binpêkirin qewimîne.”
“Binpêkirin li ser binpêkirinê çêbûye”
Di raporê de hatiye gotin ku 109 binpêkirin ên mafê tenduristiyê ne û li dijî girtiyan her cûre zextên derûnî û muameleyên nebaş tên kirin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li wan girtîgehan 200 binpêkirinên mafên ragihandinê jî qewimîne û di van sê mehan de jî wek mehên berê tabloyek giran derketiye holê.
ÎHDyê destnîşan kiriye ku tevdîrên dijkoronayê bi temamî hatine binpêkirin û hatiye xwestin ku pirsgirêkên li girtîgehan bi lezgînî werin çareserkirin. (FD)
*Çavkanî: MA