Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundkariya li Ser Jinan de, rapora xwe ya têkildarî tundî û mirinên biguman a di navbera 25ê Mijdara 2025an û 25ê Mijdara 2026an de li herêmê qewimîne, eşkere kir.

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - COTMEH 2026
Mêran di Cotmehê de 20 jin kuştin
Li gorî nûçeya Ajansa Welat endamên komîsyonê Berfîn Elçî û Eylem Kaya beşdarî daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hat dayîn bûn.
63 mirinên bi guman hene
Berfîn Elçî ku axaftina xwe bi bîranîna jinên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, diyar kir ku tomarên ji 25ê Mijdara 2025an heta îro hatine berhevkirin nîşan didin ku jin li malên xwe, li kolanan û di qada giştî de bi tundiyeke giran re rû bi rû dimînin. Berfîn Elçî anî ziman ku di vê serdemê de di bûyerên tundiyê yên di çarçoveya malbat û têkiliyên nêzîk de 44 jinan, di bûyerên tundiyê yên di qada civakî de jî 9 jinan jiyana xwe ji dest daye û her wiha 63 mirinên biguman jî hatine tomarkirin.

25Ê MİJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA Lİ DİJÎ TÛNDKARİYA Lİ SER JİNAN
Mêran di 327 rojan de herî kêm 261 jin kuştin
Berfîn Elçî destnîşan kir ku hejmara giştî ya mirinên di tomarên berfireh de cih digirin 116 ye û wiha got: “Divê bi lêpirsînên bibandor bê derxistin holê bê ka mirinên biguman çawa pêk hatine û berpirsiyariya kê di vê yekê de heye.”
Berfîn Elçî da zanîn ku ev dane tenê yên ku wan bi derfetên xwe tomar kirine û axaftina xwe wiha dawî kir:
“Li gor daneyên me 6 jin birîndar bûne. Têkildarî êrîşa zayendî yan jî tacîzê tomarên 4 jinan hene. Ji bo 3 jinan revandin û desteserkirin hatiye ragihandin, 2 ji van tomaran bi îdiaya êrîşa zayendî jî cih girtiye. Di şert û mercên ku tundî ji ber zext, gef, girêdayîbûna aborî û damxekirinê nayê ragihandin de, divê li ber çavan bê girtin ku jinên li derveyî tomaran mane jî hene.”

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ÎLON 2026
Mêran di Îlonê de 27 jin kuştin
(AY)

