Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) “Rapora xwe ya li Girtîgehên Herêma Marmarayê Binpêkirinên Mafan ên” aşkere kir. Zanyarî di encama serlêdanên ji bo komeleyê û raçavkirina çapemeniyê hatine berhevkirin.
Ji bo ku raporê ragihînin duh li avahiya IHDya Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk hat. Di civînê de hate diyarkirin ku di salekê de ji bo 268 bûyeran serî li komeleya wan hatiye dayîn û li ser hev 7 hezar û 472 caran maf hatine binpêkirin.
“51 girtiyên edlî, 217 yên polîtîk serî li wan dane”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endama Komîsyona Girtîgehan a IHDyê Meral Nergîs Şahînê behsa hûrgiliyên raporê kir.
Şahînê diyar kir ku di raporê de behsa serlêdanên “192 mêran, 72 jinan dikin ku 51 ji wan girtiyên edlî, 217 jî yên polîtîk in.” Li gorî gotina Şahînê di vê demê de 129 caran mafê jiyanê hatiye binpêkirin û êrîşên li ser jiyana girtiyan pêk hatine: “2 hezar û 257 caran îşkence û kiryarên xirab pêk hatine, 857 caran mafê tenduristiyê hatiye binpêkirin, 693 caran mafê bidestxistina xwarina têr û baş û bidestxistina ava paqij hatiye binpêkirin, 42 grevên birçîbûnhe, 456 caran mafê bidestxistina dadê hatiye binpêkirin, 653 caran mafê ragihandinê hatiye binpêkirin, tecrîd, tecrîda girankirî, îzolasyon pêk hatiye, 239 caran cudakarî li prensîba wekheviyê ya di bicihanîna cezayî de hatiye kirin.”
Serokê Şaxa Stenbolê ya IHDyê Gulseren Yoleriyê jî diyar kir ku di sala 2023yan de jî pirsgirêka cih a di girtîgehan de dewam kir: “Hûnê detayan derbarê rewş û hejmara girtiyên jin, zarok, kal û pîr, biyanî û LGBTIyan de bibîn. Hejmara zarokên ku di girtîgehan de bi dayikên xwe re dimînin 552 ye, daneya derbarê girtiyên LGBTI de jî nêzîkî 200 e.”
Yoleriyê bal kişand li ser rewşa tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê û got ku “Tecrîd rêbazeke îşkencekirinê ye.”
Her weha destnîşan kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê pêk tê ne hiqûqî lê siyasî ye. (AEK/FD)