Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Rapora Şopandina Binpêkirna Mafan ên di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li Girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn qewimîne, li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere kiriye. Rêveberên ÎHDê tev li civînê bûne.
Li gorî raporê di van sê mehên sala 2022an de li girtîgehan herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest daye, ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan nebaş bûne, 4 girtî jî bi awayê biguman mirine û tê gotin 4 girtîyan jî xwekuştine.
Li gorî raporê di van her sê mehan de 76 kesan ji bo girtîgehên herêma Anatoliya Navîn, 14 kesan jî ji bo girtîgehên din bi giştî 90 kesan serlêdan kirine ku mafên wan hatine binpêkirin.
Ji 300 hezarî zêdetir girtî hene
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji 30ê Hezîrana 2022an şûn ve 283 hezar û 455
hikûmxar û 38 hezar 738 girtî bi giştî 322 hezar 187 girtî û hikûmxwar hene û ji van girtiyan 307 hezar 232 mêr in, 12 hezar 693 jî jin in û 2 hezar 262 jî zarok in.
Grevên birçîbûnê
Di raporê de cih dane grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî. Li gorî raporê niha li Girtîgeha Afyonkarahisar a Jimara 1an a Tîpa Tyê, Girtîgeha Bolu Tîpa Fyê, Girtîgeha Çorûm / Sungurlu Tîpa T’yê, Girtîgeha Sîncanê Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind û Girtîgeha Jinan a Sîncanê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê berdewam dikin. Di raporê de behsa rojiya mirinê ya Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim jî hatiye kirin.
Hêrî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene
Di raporê de hatiye diyarkirin ku li gorî daneyên ÎHDê herî kêm 651 jê girtiyên rewşa wan xedar bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên Anatoliya Navîn herî kêm 29 girtî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re rûbirû mane. Di raporê de hat destnîşankirin ku tedawiya diranan a girtiyan tê astengkirin û girtî bi awayên kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di raporê de hat gotin ku mafê tenduristiya girtiyan bi hêcetên “dixtor nîne” nayê kirin û rêveberiyên girtîgehan dermanên bi rapor asteng dikin ku girtî werbigirin.
Işkence
Li gorî raporê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîrana 2022an de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 15 girtî bi îşkneceyê û muameleya xerab re rûbirû mane.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê