Şaxa Enqereyê ya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) rapora xwe ya Girtîgehên Herêma Anatolyaya Navîn a sê mehan aşkere kir.
Li gorî nûçeya MAyê, rapor behsa bûyerên di meha Tîrmen, Tebax û Îlonê de bûne, dike.
Ji bo raporê ragihînin, li avahiya Şaxa Enqereyê ya Komeleyê civîneke çapemeniyê li dar ket. Zanyariyên di raporê de cih girtine, ji serlêdanên ku ji bo komîsyonê hatine kirin, serdanên girtîgehan, nameyên ku girtiyan şandine û hevdîtinên bi malbatên girtiyan hatine kirin, berhev kirine.
Komeleyê diyar kir ku ji 22 girtîgehên Anatolyaya Navîn 124 kesan, ji girtîgehên derveyî herêmê jî 13 kesan, li ser hev 137 kesan serî li wan dane. Li gorî raporê, di 3 mehan de bi kêmanî 2 hezar û 292 caran maf hatine binpêkirin.
Raporê destnîşan kiriye ku di van sê mehan de bi kêmanî 9 girtî mirin, 6 girtî ji ber nexweşiyên xwe mirine, 2 girtî jî xwe kuştine. Rêveberiya girtîgehekê îdia kiriye ku girtiyek ji ber dilê wî/ê sekiniye miriye, lê mirina wî/ê bigûman e.
Îşkence li girtiyê astengdar kirine
Di raporê de hatiye gotin ku 651 jê bi nexweşiyên giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene û li gorî ku wan diyar kiriye, bi kêmanî 522 caran mafên tenduristiyê hatine binpêkirin.
Saziya Tiba Edlî raporên “nexweşxaneyên têkûz û yên zanîngehan dane û gotine ‘nabe di girtîgehê de bimînin’ nepejirandine û bicihanîna cezayên girtiyên nexweşiyên wan giran, taloq nekiriye.”
Saziya Tiba Edlî raporek ji bo Cemal Tanhan, girtiyê ku nexweşê giran e, yê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Bolûyê dimîne, gotiye, ‘Ew dikare di girtîgehê de bimîne’. Digel ku rewşa wî gelekî nebaş e, dîsa jî wî tehliye nakin. Bi heman rengî rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne daye Sînan Tûtmazê girtiyê astengdar ê li Tîpa Tyê ya Duzceyî dimîne, Digel astengdariya wî cezayê hicreyê dane Tûtmazî û ew bi tena serê xwe dimîne.
Ozge Ozbek, girtiya ku nexweşa giran e ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, nayê tehliyekirin.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê nexweşiya gurîbûnê dest pê kiriye.” (AS/FD)