Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Şaxa Edeneyê ya Komeleyê raporek derbarê êrîşên li ser penaberên sûriyeyî de amade kiriye.
Li Edeneyê roja 19ê Îlonê êrîşî mal û milkên sûriyeyiyan hatibû kirin.
Rapor di encama wan hevdîtinan de hatiye nivîsandin ku êrîş li ser kargehên wan çêbûye. Her weha fotografên ji wan kargehan û ji taxê jî di raporê de hatine bicihkirin.
Di raporê de wiha hatiye gotin:
“Derabeyên gelek kargehên sûriyeyiyan ên li kolana qadê ya li taxa Mîrzaçelebiyê şikenandin û ketine nava kargehan. Ev kargeh hatine talankirin.
“Li ser derabeyan nivîsên ‘Turk’ û ‘TC’yê hatine nivîsandin.
“Hemû kargehên sûriyeyiyan hatine girtin.
“Tedbîrên ewlehiyê têrê nekiriye”
“Diyar bûye ku koma êrîş kiriye ne niştecihên taxê ne lê ji taxên din hatine.
“Tedbîrên ewlehiyê yên hêzên emniyetê têrê nekiriye û dereng midaxele li bûyerê kirine.
“Li gorî îdiayên hin şahidên bûyerê yên ku nexwestine navên xwe aşkere bikin, hêzên ewlehiyê destûr dane beşek ji koma êrîşkar meşekê li dar bixe.
“Li kolana ku bûyer lê pêk hatiye, hatiye dîtin ku kargehên vekirî alên tirkan daliqandine.
“Hatiye dîtin ku hin sûriyeyiyan dest ji malên xwe berdane.
“Li gorî îdiayên hin şahidan, ew nêrîn serdest e ku wê bûyer mezintir bibin.”
“Bila qerebûya ziyanên sûriyeyiyan bên dayîn”
Di beşa nirxandinê ya raporê de wiha hatiye diyarkirin:
“Di encama lêkolîna me de, nehatiye fam kirin bê ka kî/ê gotiye failê bûyera istismara cindî sûriyeyî ye. Lê hatiye dîtin ku îdiaya gotiye dibe ew kes sûriyeyî be, hiştiye pirsgirêkên cidî yên civakî derkevin û hêrsê rake.
“Em weke Şaxa Edeneyê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) êrîşa nîjadperestî û cidaxwaziyê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku qerebûya ziyanên sûriyeyiyan bidin, lêpirsîna wan kesên êrîşa nîjadperestî kirine bê kirin û rastiyê derxin holê û ewlehiya mal û canê penaberên sûriyeyî dabîn bikin.” (EMK/FD)