Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD, di salvegera 42yê ya Derbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê de li ber avahiya Radyoya Stenbolê ya li Harbiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
ÎHDyê gotiye ku "Em li vir in, lewre derbeya leşkerî ya encamên wê giran bû, di saet 03.00ê sibehê yê 12ê Îlonê yê 1980yî de li vir, ji TRTyê hatibû ragihandin.
"Em bi Destûra Bingehîn a derbeya 1982yî ve tên birêvebirin"
Beşek ji daxuyaniya ÎHDyê wiha ye:
"Di ser re 42 sal derbas bûn lê em bi Destûra Bingehîn a derbeya 1982yê tên birêvebirin û ligel saziyên ku bi destê destûra derbeyê ketine nava jiyana me; hişmendiya 12ê Îlonê tevî van tiştan li ser kar e ku normên mafên mirovan, rêgezên demokrasiyê û hiqûqa heyî tune dihesibîne, qedexe û zext û zorên azadiyan û mafân ji navê dibin, piştgiriya êrîşên nefretkirinê û nîjadperestiyê tê kirin, ji bo hemû îtirazan bêdeng bikin îşkence û kiryarên xirab berbelav dikin, biryarên cezakirin û girtinan ên bêhiqûqî didin, her sal bi sedan girtîgehan li yên heyî zêde dikin û bi van û bi kiryarên înfazê girtiyan bi mirinê re rûbirû dihêlin, bi mahneya lêpirsîna ewlehiyê yan jî bi tawanên bêbingeh peymanên karî yên mixalifan bidawî dikin.
"Em bang li wê hikûmeta ku dibêje ez li dijî darbeyan im dikin û dibêjin dijayetiya xwe ya 12ê Îlonê û derbeyan ispat bike." (AÖ/FD)