Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa ku li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûye, şermezar kiriye.
ÎHDyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku desthilata siyasî dezgehên daraz û ewlehiyê bi kar tîne û dixwaze bi vî rengî siyasetê diyar bike. Her weha gotiye ku bi cezayê girtîgehê yê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglûyî hatiye birîn re, azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.
“Desthilatdar qanûnan binpê dike”
ÎHDyê destnîşan kiriye ku kom û kesên li edalet û mafên xwe digerin dibin hedef û bal kişandiye ser midaxelekirina polîsan a di 18ê Kanûna Pêşiyê de li dijî malbatên Nobeta Edaletê digirtin hatiye kirin. ÎHDyê gotiye ku bi vê midaxeleyê, qedexeya îşkencekirinê û kiryarên xirab hatiye binpêkirin:
“Di dema vê midaxeleyê de polîsî şîmaqek li ser rûyê Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê HDPyê, parlamenterê kevn Ferhat Encu da. Piştî wê bi rojekê Hevserokên Giştî yên HDPyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo vê rewşê protesto bikin xwestin biçin avahiya rêxistina navçeya Kadikoyê ya HDPyê lê ew hatin astengikiri.
“Desthilatdariya siyasî bi taybet her diçe helwesta xwe ya li dijî HDPyê tundtir dike û hemû qanûnan bi rengekî aşkere binpê dike. Em çalakiya tund a li dijî Ferhat Encuyî, desteserkirina bi derblêdanê ya malbatan û rojnamegeran û astengkirina Hevserokên Giştî yên HDPyê şermezar dikin.” (AS/FD)