Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) şaxê Edeneyê derbarê rewşa Abdulkadîr Baybars, girtiyê nexweş de daxuyaniyek weşandiye. İHDyê daxwaz kiriye ku bila Baybars, bikaribe mafê xwe yê dermankirinê bi kar bîne.
Komele ji bo girtiyên nexweş her hefte daxuyaniyê di bin navê “Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî” ku vê heftê ev daxuyanî ji bo Baybarsî hatiye kirin. Baybars li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 ya Osmaniyeyê tê girtin û heft meh in ku di hicreyê de tê hiştin.
Li gorî daxuyaniyê, li nêzîkî dilê Baybarsî perçeyê şarapnelê heye û hîna jî nehatiye emeliyatkirin.
Li gorî rapora Komisyona Girtîgehan a İHDyê, di 2yê Adara 2018ê de li girtîgehên Tirkiyeyê, 402 jê giran, 1154 girtiyên nexweş dimînin.
7 meh in ku di hicreyê de tê girtin
Di daxuyaniyê de ev zanyarî hatine parvekirin:
“Abdulkadîr Baybars, nêzîkî sê sal berê, li Nisêbînê, di dema qedexeya derketina derve de, bi perçeyê şarapnelê birîndar bûye û bi halê birîndar, ew girtine û şandine Girtîgeha Osmaniyeyê.
“Baybarsî di dema hevdîtina bi me re de diyar kir ku, wî nebirine nexweşxaneyê, ji xwestine ku wî bi kelemçeyê derman bikin, wî ev tişt qebûl nekiriye û ji ber wê nehatiye dermankirin û bêyî dermankirinê ew bi şûn de birine. Her weha di birîn û anîna nexweşxaneyê de ew û girtiyên din rastî heqaretê hatine.”
İHDyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku wezîfedaran lê daye, wî giliyê wan kiriye û ji ber wê jî ew xistine hicreyê û heft meh in ku di hicreyê de tê girtin:
“Em bang li rayedaran dikin ku Baybars nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike û demek berî demekê Baybarsî li nexweşxaneyê derman bikin û emeliyat bikin”. (AS/FD)