Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) daxuyaniyeka nivîskî weşandiye û diyar kiriye ku ew desteserkirina akademîsyen û xebatkarên saziyên civakî şermezar dikin.
“Prof. Dr. Turgut Tarhanlı gelek sal in ku kesên baladestiya hiqûqê diparêzin gihandiye. Em dixwazin mûameleya bi wan re şermezar dikin.
Digel Turhanliyî gelek kes hatine desteserkirin, komeleya navborî diyar kiriye ku ev yek nîşan dide desthilata siyasî bi guvaşê çi bixwaze wê li her kesan dike.
“Bila desthilata siyasî dest ji van tevgerên guvaşê berde, bi ew kesên desteserkî demildest bêne berdan.”
Çi bûbû?
Polîsan operasyon birine ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl. Di encamê de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gorî zanyariyan dîsa di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Pro. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberê Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglû û produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatine desteserkirin. Navê keseke/î desteserkirî nehatiye zanîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo 20 kesan biryara desteserkirinê hatiye derxistin.
Çigdem Mater dema ji bo kişandina filmekî li Kaşê bûye hatiye destesikirin. Hate zanîn ku Mater piştî kontrola tenduristiyê wê bînin Stenbolê.
Parêzer Asli Kazanê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku ji bo Prof. Dr. Turgut Tarhanliyî biryara desteserkirinê ya ji bo sê rojan hatiye standin.
(EMK/MB)