Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 1ê Îlonê ku li Tirkiyeyê weke Roja Aştiyê tê pîrozkirin daxuyaniyek daye û gotiye: “Mafê aştiyê mafeke mirovan e.
ÎHDê gotiye, “Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 12ê Kanûna Paşiya 1984an de di civîna Lijneya Giştî de Danezana Mafên Aştiyê ya Gelan qebûl kir û ragihand. Di daxuyaniyê de bal kişandine ser pîroziya mafê aştiyê û parastina vî mafî û berpirsiyariya pêkanîna dewletan.
ÎHD dê dest bi nobetên aştiyê bike
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku parastina aştiyê jî mafeke mirovan e.
ÎHDê destnîşan kiriye ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê ye û xala herî girîng a vê pirsgirêka bingehîn jî pirsgirêka Kurd e. Her weha komeleyê her tim diyar kiriye ku divê daxwazên Elewiyan ên mafên welatîbûnê yên wekhev bên bicihanîn.”
“Ji bo çareseriya pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya aştiyê û bi vî awayî çareseriya nakokiyan heye.
“Tirkiye welatek e ku nekariye pirsgirêkên xwe yên bingehîn ên weke pirsgirêka Kurd bi rêbazên çareseriya şer li ser diyalog û muzakereyan çareser bike. Ji ber vê sedemê jî li hundir û derveyî welat şerên çekdarî berdewam dikin.
“Çaresernekirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wisa kiriye ku rejim bê guhertin û bi nêzîkatiya rêveberiya otorîter re jîngeheke zextê ya berdewam ava kiriye.”
ÎHDê daye zanîn ku em ê bi aştiyê ji van neyînîyan xilas bibin û ew ê nobetên aştiyê bidin destpêkirin û bi vê jî tevli avakirina pêvajoyeke aştiyê ya nû bibin.”
Divê çi bê kirin?
IHDyê derbarê pêvajoya aştiyê de tiştên ku divê bên kirin wiha nirxandiye:
- Wê dev ji înkarkirina pirsgirêka Kurd bê berdan û wê ev weke pirsgirêk bê qebûlkirin.
- Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, wê were rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bînin.
- Girtiyên nexweş ên li girtîgehan û hemû girtiyên siyasî wê bên berdan.
- Her cure zextên li ser mûxalefeta siyasî û civakî wê ji holê bên rakirin, astengiyên li pêşiya mafê xweîfadekirinê, rêxistinbûn û kombûnê bên rakirin.
- Divê rêz mafê HDPê yê siyasetê bê girtin û doza girtinê bê betalkirin.
- Wê qeyûm paşde bên girtin, hevşaredar û rêveberên din ên hilbijartî bên berdan û vegerin ser erkên xwe.
- Piştre aliyên kêşeyê dê diyalogan pêkbîne û gotûbêj bikin: Em aşitiyeke çawa dixwazin? Em çareseriyeke çawa dixwazin? Piştre jî ew ê bi muzakereyan rêya lihevkirinê bibînin.
- Dê beşên siyasî û civakî beşdarî van pêvajoyan bibin.
(AS/AY)