18emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevserokên Giştî yên ÎHDê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûn.
Siyasetmedarên girtî Leyla Güven, Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı û siyasetmedar Leyla Zana û parêzerê Abdullah Ocalan Mahmut Şeykar ji kongreyê re peyam şandin.
Peyamên siyasetmedaran
Leyla Güven ev peyam şand û got: "ÎHD heta niha di nav hemû qurbaniyan de û herwiha yên ku ji ber pirsgirêka kurdan êş kişandine, bûye girîngtirîn navnîşan. Ez hêvî dikim ku serîlêdan dê bi kêmbûnê bi dawî bibin. Piştî ku PKK’ê xwe fesih kir, divê dewlet erka xwe pêk bîne û tavilê girtiyên nexweş berde û gavên demokratîkbûnê yên pêwîst bi lez bavêje. Ez ji bo heyama bê serkeftina Şaxa Îmedê ya ÎHD dixwazim.
Selahattin Demirtaş û Selçuk Mızraklı ev peyam şandin: "Hevalên pir ezîz, hevalên hêja. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê ji aliyê meclîsa giştî ya nû ya İHD'yê ve bên nûkirin û xurtkirin û hûn ê rola xwe ya asayî bi beşdariyeke mezin di çareseriya demokratîk û xebatên aştiyê de bilîzin. Bi vê minasebetê em silavê didin kongreya we û hêvî dikin ku ew bi ser bikeve. Em silav û hezkirina xwe ya ji dil dişînin dema ku em spasiya xwe ji hemû rêveber û endamên xwe yên beşdar re tînin ziman.
“Îbrahîm Kaypakkaya hat bibîranîn”
Eren Keskîn ji bo serokatiya dîwana lijneya giştî hate hilbijartin. Eren Keskîn, bal kişand ser geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û got: “Heta axaftina li ser aştiyê jî dilê mirov aram dike.”
Eren Keskîn, bi domdarî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku weke “Çaran” tên zanîn û di 17’ê Gulana 1982’yan de li Zindana Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ku di 18’ê Gulana 1973’yan de li Zindana Amedê hate qetilkirin, bi bîr anî.
Eren Keskîn, got: “Me kesên bi têkoşîna xwe rê nîşanî me dayin ji bîr nekirine. Tevek jî li dijî îşkenceyê têkoşiyan.”
“Hewceye mafên Kurdan ên qanûnî bên naskirin”
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî bal kişand ser polîtîkayên yekperestiyê û ev tişt anî ziman: “Hewceye mafên Kurdan ên qanûnî û makezagonî bên naskirin. Ev meseleya ku sedsal e û yekser bandorê li jiyana milyonan kesan dike, divê were çareserkirin. Ji bo çareseriya mayinde jî divê nasnameya Kurdan, ziman û çanda wan di destûra bingehîn de bê misogerkirin. Aştî, ne tenê bidawîkirina şer e. Her wiha hevrûbûna bi heqîqetê re, cîbicîkirina edaletê û jinûveavakirina baweriya di navbera gelan de ye.”
“Pirsgirêka Kurd Lozan e, komara nedemokratîk e”
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got: “ÎHD dixwaze ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Dibêjin ‘her tiştê Kurdan heye.’ Pirsgirêka Kurd Lozan e, komara nedemokratîk e. Komkujiyên Dêrsim, Koçgirî û Zîlanê ne. Pirsgirêka Kurd zindana Amedê ye. Pirsgirêka Kurd ‘Bi Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye. Qedexekirina zimanê Kurdî ye, tayînkirina qeyûman e. Pirsgirêka Kurd gelek e û li benda çareseriyê ye.”
Kuçukbalaban, bal kişand ser tecrîda li ser ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û got: “Cezayê îdamê rakirin lê cezayê îdamê yê bi demê re hatiye vehêlandin didome. Tecrîda li ser birêz Ocalan hêj didome. Birêz Ocalan xwe da ber barekî giran. Peyam da dewleta demokrasî ji holê rakiriye. Em di mijara aştiyê de biisrar in. Divê mafê hêviyê bê cîbicîkirin, di cînayetên kiryarnediyar de polîtîkaya necezakirinê bê bidawîkirin û mafên Kurdan di qanûn de bên misogerkirin.”
“Em di rojên dîrokî re derbas dibin"
Hevşaredar Dogan Hatun di kongreya asayî de axivî û xebatkarên ÎHD’ê yên ku çalakiyan dikin pîroz kir û got, “We karekî gelekî pîroz kir.”
Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û destnîşan kir ku ev rojên dîrokî wê teqez bên nivîsandin û kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane wê neyên jibîrkirin. Hevşaredar Hatun got, “Divê em hin tiştan ji bîr bikin; êdî divê mafê tu kesî neyê xwarin. Divê dewlet di vî warî de gav bavêje. Êdî em van tiştan ji holê rakin. Careke din di serî de li bajarê me, li welatê me, heta li tevahiya cîhanê mafê tu kesî neyê astengkirin.”
“Êdî bes e bazirganiya çekan”
Hevşaredar Hatun bal kişand ser wê yekê ku hin alî dixwazin bi rêya şer xwe bilind bikin û wiha axivî: “Em ji Amedê, ji kongreya Komeleya Mafên Mirovan bang li wan dikin: Êdî hûn jî ji mirin û xwînê têr bibin. Êdî bes e bazirganiya çekan. Yên ku dixwazin gelan bikin dijminê hev, ji we re jî bes e. Êdî ax jî têr bû, em jî têr bûn, tevahiya xwezayê ji mirinê têr bû, ji rijandina xwînê têr bû. Êdî ne hewce ye ku hûn kargehên çekan ava bikin an jî dewlet protokolan li ser çekan îmze bikin. Ger hûn teqez dixwazin tiştekî bikin, li cîhanê bi milyonan mirov birçî ne. Bi milyonan mirov nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Bi milyonan mirov nikarin mafên xwe yên mirovahî bijîn. Ger hûn ê protokolekê çêbikin, li ser van çêbikin.”
Hevşaredar Hatun diyar kir ku wekî fikarên dewletê hene, fikarên gelan jî hene û destnîşan kir ku ji bo baweriya ku di navbera gelan de çêbûye neyê şikestin, divê gav bên avêtin.
(ED/AY)




