Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) Rpora Binpêkirina Mafên Mirovan a 2016ê îlan kir. Rapor bi navê “Dewra Serokatiya Otorîter a bi Fiîlî” hat hatiye binavkirin.
Beşên raporê ev in:
“Aştî û mafê jiyanê”
“Di wan şertan de ku aştî nîne, mafê jiyanê jî nayê parastin. Di vê rewşê de jî derfetên parastina mafên din çênabe.
“Şertê pêşiyê yê demokrasîyê azadiya xwe-îfdekirinê ye.
“Gelek zelal e ku Kêşeya Kurdan bi şerî nayê çareserkirin.
“Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de, derbeyeka li dijî derbeyê ye.
“Binpêkirina mafê jiyanê”
Li gor raporê di sala 2016ê de 594 kes hatine kuştin, 53 ji wan zarok in. 35 kes li girtîgehan û 6 kes di dema desteserkirinê de hatine kuştin.
246 kes di Hewildana Derbekirinê ya 15ê Tîrmehê de hatine kuştin.
Rêxistinan bi êrîşên li ser warên jiyanê 316 kes kuştine, 121 ji wan leşker û polîs bûn.
Di şerî de 629 leşker û polîs mirine, 1003 çekdar û 37 sivîl mirine.
Bi teqîna mayin û teqemeniyên bêxwedî 21 kes mirine, 14 ji wan zarok in.
Qedexeya Derketina Derve
Di 18 mehan de(16ê Tebaxê 2015 – 31ê Kanûna Paşiyê 2017)
Amed (100 caran),
Mêrdîn (23 caran),
Colemêrg (19 caran)
Şirnex (13 caran)
Bilîs (4 caran),
Êlih (3 caran),
Mûş (2 caran),
Çewlig (2 caran),
Dêrsim (2 caran),
Elezîz (1 carê).
Li gor raporê 169 caran li 10 bajar û 39 navçeyan derketina derve hatiye qedexekirin.(AS/MB)