Fotograf: Afîşa lîstika şanoyê ya bi navê "Sivas 93" ya Genco Erkalî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ji bo 27em salvegera Qetlîama Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku “Di 2yê Tîrmeha 1993yê de li Sêwasê mirovahî hatiye şewatandin.”
Komeleyê diyar kiriye ku ew careke din qurbaniyên Qetlîama Madimakê bi rêzdarî bibîr tînin û ji bo rastî derkevin holê ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Di 2yê Tîrmeha 1993yê de li Hotela Madimakê ya Sêwasê mirovên me, canên me hatin qetilkirin. Di ser vê qetlîamê re 27 sal derbas bûye ku hê bi temamî nehatiye ronîkirin. Em mirovên me yên ku li vir bûne cangorî bi rêzdarî û bi hezkirinê bibîr tînin. Ew polîtîka û kiryar bûne sedema Qetlîama Madinakê ku prensîbên mafên mirovan ên navnetewî yên weke azadiya ol û baweriyê, azadiya xweîfadekirinê û azadiya ramanê tine dihesibînin û dîsa cidahiyan weke dewlemendiyan nabînin, dixwazin sîstemeke yekperest û zorest ava bikin û vê qaim bikin.
“Divê tiştên di dema qetlîama Madimakê ya li Sêwasê pêk hatine bi awayekî rast derkevin holê, bi awayekî rast û durist bi dahatûyê re rûbirû bibin û ya herî girîng jî hişmendiya zordest were guhertin. Ji bo guhertina hişmendiyê jî divê hemû prensîbên mafên mirovan pêk werin.” (AO/FD)