Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di 17. salvegera “Operasyona Asayîkirina Jiyanê,” di Roja Hevgirî û Têkoşîna ji bo Mafên Mirovên di Girtîgehan de daxuyand ku divê ji beriya dema dadkirinê temam bibe berpirsên Komkujiya Kanûna Pêşiyê bêne dadkirin.
IHDyê eşkere kir ku “li girtîgehan [ji wê demê ve] ti tişt neguherîne. Mafê jiyanê jî tê de mafên mirovan têne binpêkirin, rûmeta mirovan tê şikênandin û mûameleya nemirovane li girtîyan tê kirin.”
Di 19-22yê Kanûna Pêşiyê ya 2000ê de operasyonek li 20 girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin. Di operasyona bi navê salvegera “Operasyona Asayîkirina Jiyanê,” de 28 girtî û 2 leşker miribûn.
Bixwîne - Endamên IHDyê ji bo mafparêzên girtî name şandin
Komeleya Mafên Mirovan di 16-17ê Çiriya Paşiyê ya 2002yê de Lijneya Giştî ya Birêvebiriyê kom kiribû û biryar dabû ji ber “Operasyona Asayîkirina Jiyanê,” IHDyê 19ê Kanûna pêşiyê wek Roja Hevgirî û Têkoşîna ji bo Mafên Mirovên di Girtîgehan de îlan kiriye.
IHDyê di 22yê Hezîrana 2017ê de eşkere kiribû ku 1025 girtî nexweş in. Rewşa 357 girtiyan xerab e.(AS/MB)