Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuniyek weşandiye û gotiye ku di pirsgirêkên kurdan de israrkirina di pevçûnan de, wê krîza mirovahiyê û ya ekonomiyê kûrtir bike.
Komeleyê diyar kiriye ku ji ber Tirkiye li gorî tezkereyên derbarê Iraq û Sûriyeyê de yên li TBMMyê hatine qebûlkirin, gelek caran operayonên asmanî yên dersînor pêk tîne û bi taybet li Sûriye û Iraqê hêzên bejahî bicih kiriye, her sal bi navên nû midaxeleyên leşkerî pêk tîne, her diçe pirsgirêkê tevlihevtir dike.
ÎHDyê destnîşan kiriye ku li gorî zanyariyên derbarê operasyonê yên di çapemeniyê de nivîsandine, endamên rêxistinê û endamên hêzên çekdar dimirin, şûnwarên sivîlan ziyanê dibînin.
Kayûm, zexta darazê, doza girtinê
ÎHDyê gotiye ku neçareseriya di pirsgirêkên kurdan de, Tirkiyeyê bi lez û bez otorîter dike û Tirkiye dibe welatekî antî demokratîk: “Cezayên di doza Geziyê de hatin dayîn û biryara girtinan, dide xuyakirin ku desthilata siyasî, li gel mixalefeta kurdan wê polîtîkaya xwe ya zextan li ser hemû derdorên mixalif bi destê darazê xurttir bike.”
Komeleyê bibîr xistiye ku di vê demê de tayînkirina kayûman a li ser şaredariyan, zexta darazê a li ser siyasetmedarên kurdan dewam kiriye û doza girtinê li HDPyê vekirine,her weha ji bo vê mijarê zexta li ser Dadgeha Destûra Bingehîn jî xurttir kirine. ÎHDyê bi van gotinan dewam kiriye: “Êrîşên fîzîkî li dijî Navenda Giştî ya HDPyê, rêxistinên bajar û navçeyan her gavê bûne û her gavê gef xwarine û li dijî van tiştan tedbîrên bibandor nehatine girtin.”
ÎHDyê gotiye, digel ku di pîrozbahiyên Newrozê de mesaja aştiyê hatiye dayîn, desthilata siyasî bi polîtîkayên ewlekariyê bersiv daye, pevçûn zêdetir kiriye û çareseriya bi tundkariyê vebijartiye.
Komeleyê di dewama daxuyaniyê de gotiye: “Di dawiya demeke ku pevçûn bandoreke mezin li jiyana mirovan û aboriyê dike de, bivê nevê wê wê li rêyên aştiyê bigerin." (AS/FD)