Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2023an eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîn hat lidarxistin û gelek mafparêz tev li bûn.
Li gorî raporê di sala 2023an de bi komî 5 hezar û 312 kes rastî mûameleya xirap, îşkence û cezayan hatine.”
Daneyên raporê wiha ne:
“* Ji ber guh nedana hişyariya hêzên ewlehiyê ya “bisekine”, binpêkirina rayeya bikaranîna çekê û êrişên ser çalakiyên civakî de 17 kes hatine kuştin 16 kes jî hatine birîndarkirin.
* Kesek ji hêla cerdevanan ve hatiye kuştin, kesek jî birîndar bûye.
* Li herêma sînor 43 kes hatin kuştin, 35 kes hatin birîndarkirin.
* Di girtîgehan de 42 kes, di bin çavan de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
* Di êrişên faîlên wan nediyar de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû.
* Di encama şaşî û xemsariyê 369 kes jiyana xwe ji dest dan, 108 hezar û 502 kes jî birîndar bûn. 53 hezar û 227 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kesên di erdehejê de birîndar bûne jî di nava van kesan de ne. Herwiha 58 kes ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî birîndar bûn. Bi qelîbîna wesayîtên leşkerî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
* Di xwekuştinên polîs û leşkeran/ xwekuştinên bi guman de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan.
* Di êrişên rêxistinên qedexe de 2 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne.
* Endam, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, rojnamevan, mamoste/endamê hîndekariyê/xwendekar, karker/xebatkarê tenduristiyê/karmend/biyanî û whd 7 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û 176 kes jî birîndar bûn.
* Di pevçûnên çekdarî de 242 kes jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn.
* 285’ê wan jin, 39’ê wan zarok bi giştî 358 kes bi awayekî guman, 4’ê wan zarok, 2’yê wan jin, 6 kes bi awayek guman birîndar bûn.
* Di bin navê binpêkirina mafê jiyanê yên jinan de 27 jin xwe kuştin, 7 jîn jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. Di bin navê tundî, tacîz û destdirêjiya di xwepêşandanên civakî de û bi tundiya di nava malan de 349 jin jiyana xwe ji dest dan. Me diyar kir ku 265 jin jî ji ber tacîz, destdirêjî, lêdanê, gef û bi darê zorê ragirtinê birîndar bûne.
* Di binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên zarokan de 7 zarok di encama xwekuştinê de jiyana xwe jidest dan, 2 zarok jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. 51 zarok ji ber tundiya di nava malê, dibistanê, tundiya li qadên civakî û destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest dan, 805 zarok jî birîndar bûn.
* Bûyerên mirinên di girtîgehan de di sala 2023yan de jî dom kirin. Li gorî serdanên li me hatine kirin, li gorî daneyên komîsyona me ya girtîgehan dane hev 42 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku hejmra rastirîn ji vê yekê gelek zêdetir e.
(AS/AY)