Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora binpêkirinên mafên mirovan ên herêmên kurdan aşkere kiriye. Rapor behsa binpêkirinên 6 mehên destpêkê yên sala 2020an dike.
Ji bo raporê aşkere bikin Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHDyê Parêzer Rehşan Bataray, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, Serokê ÎHDya Amedê Abdûllah Zeytûn û rêveberên şaxê Ercan Yilmaz û Yakûp Guvenî li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
“Daraz ne bêalî ye”
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, beriya raporê aşkere bikin Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHDyê Parêzer Rehşan Bataray axiviye. Batarayê gotiye ku li herêmê ji bo Pirsgirêka Kurdan di polîtîkayên otoriter ku xwe dispêrên tundî û pevçûnê de tê israrkirin û ev jî di civakê de dibe sedema tabloyeke bi xof. Batarayê bal kişandiye li ser binpêkirinên mafan ên di pêvajoya pevçûnan de û tundiya li ser jinan û gotiye ku daraz êdî ne bêalî ye.
“Ocalan tê tecrîdkirin”
Batarayê behsa rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalanî kiriye û gotiye ku li Girava Ewlehiya Bilind a Tîpa Fyê ya Îmraliyê pêkanînên ji derveyî hiqûqê û binpêkirinên mafan didomin:
“Bi berdewamkirina tecrîdê re pêvçûnên ku nikarin bên telafîkirin diqewimin. Ji bo careke din serî li bêpevçûn û diyalogê bê dayîn divê şertên ku Ocalan karibe vê misyona bigire ser xwe bên avakirin. Ji bo vê jî divê tecrîd bi dawî bibe.”
“Rojnameger û xebatkarên tenduristiyê birîndar bûne
Piştî Batarayê Nûnerê ÎHDyê yê Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûrê Abdusselam Înceorenî rapora binpêkirinên mafan xwendiye. Beşek ji raporê wiha ye:
“Bi hinceta ku hatine hişyarkirin û nesekinîne kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye. Li girtîgehan 2 kes mirine. Mirina 3 leşker û polîsan biguman bûye. Rêveberekî partiyeke siyasî di encama êrîşê de miriye. Rojnameger û 3 xebatkarên tenduristiyê di encama êrîşê de birîndar bûne. Di pevçûnan de 14 endamên hêzên ewlehiyê mirine û 15 jê jî birîndar bûne. 78 endamên rêxistinê mirine. Kesek sivîl jî di pevçûnan de miriye. Di encama çalakiyên çekdar de 15 kes mirine û 23 kes birîndar bûne. Endamên rêxistinê kesek kuştiye. Li ser sînor kesek hatiye kuştin. 13 kes jî qefilîne û mirine. Di encama teqîna mayînekê de zarokek miriye. 3 jê zarok, 12 jê jin û 4 jê zilam bi giştî 19 kes bi awayekî guman mirî ne.
Herêmên ewlehiya taybet û qedexeya derketina derve
Li herêmên pevçûn li wan hene li bajaran di sînorê 13 navçeyan de 8 caran weke herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin. Li 62 gundên 3 navçeyên 3 bajaran 7 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Cenazeyê endamekî rêxistinê bi PTTê ji malbata wî re şandine. 8 caran gorên endamên rêxistinê hatine hilweşandin.
20 jinan xwe kuştine
Li herêmê 20 jinan xwe kuştine û jinek jî helw daye xwe bikuje. 14 jin bi tundiya di nav malê de hatine kuştin û 13 jin ji bi tundiya ku li wan hatiye kirin birîndar bûne. Li jinekê destdirêjî hatiye kirin. 8 jin di encama êrîşê de hatine qetilkirin, 6 jin jî bi tundiyê birîndar bûne. Li 4 jinan êrîşa zayendî hatiye kirin û karkeriya sekse ya bi mecbûrî li jinekê hatiye ferzkirin. 3 zarokan xwe kuştiye. Zarokek di encama tundiya nav malê hatiye qetilkirin. Di nav malbatê de li 2 zarokan êrîşa zayendî hatiye kirin. 3 zarok di encama tundiya ku di nav civakê de li wan hatiye kirin mirine û 4 zarok jî birîndar bûne. Li 204 zarokan tundiya zayendî hatiye kirin. Li dibistanê jî tundî li 2 zarokan hatiye kirin.
441 girtî hatine sirgunkirin
61 kes li cihê hatine desteserkirin tundî li wan hatiye kirin. 22 girtî jî li girtîgehê îşkence û memeleya xerab li wan hatiye kirin. Dîsa 441 girtî bêyî ku hincetek bê nîşandan hatine sirgûnkirin. Mafê 35 girtiyan jî hatine binpêkirin.
769 kes hatine desteserkirin
Di mehên destpêkê de li herêmê 16 jê zarok 769 kes hatine binçavkirin û ji vana jî 2 jê zarok bi giştî 132 kes hatin girtin. Bi ser 638 mal û cihê kar de hat girtin.” (FD)