Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyekê daxwaz kiriye ku Atîlla Ozbey, Serokê ÎHDya Agiriyê û Emîn Yildiz, rêveberê komeleyê serbest bibin. Ozbey û Yildiz di 6ê Çiriya Pêşiyê de li malên xwe hatine desteserkirin.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku mafparêz ji ber ji 2013an û vir ve beşdarî civînên çapemeniyê û xwenîşandanan bûne tên tohmetkirin.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Hema hema her roj li her deverên Tirkiyeyê xebatên yasal û rewa weke sûc tên nîşandan û operasyonên polîsan li hemberî wan pêk tên. Ev jî dide xuyakirin ku desthilatdariya otoriter bi rêya darazê politikaya xwe ya zextan bênavber didomîne.
“Operasyona Agiriyê ya dawî jî nîşan daye ku Tirkiyeyê li gorî Belavoka Parastina Mafparêzan a NYyê tevnagere. Em banga hestiyariyê li raya giştî ya netewî û navnetewî dikin û em dixwazin ku hevalên me yên xebatên mafên mirovan dikin demildest serbest bibin.” (AS/FD)