Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komisyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê kuştina Ozcan Erbaşê 16 salî de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Erbaş di 30ê Çiriya Pêşiyê de li gundê Bêruhê yê navçeya Rûbaroka Colemêrgê tevlî sê hevalên xwe çûbûn seyranê. Dema ku berû kom dikirin ji hêla sînorî ve teqe li wan hatibû kirin û gule li pişta Erbaşî ketibû. Erbaşî can dabû.
Bûyer 400 metro nêzîkî sînorê Tirkiye û Iraqê pêk hatiye û şahidên bûyerê diyar kirine ku beriya teqe bê kirin leşkeran hişyarî nedane.
Walîtiya Colemêrgê daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Li herêma qedexe ya leşkerî kesên xwestine bi rêyên dijyasayî ji derveyî welêt werin nava welêt û bi devkî hatine hişyarkirin. Lê bersiva vê hişyariyê nedane û li ser vê gule hatiye berdan. Di encama vê rewşê de kesek miriye. Lêpirsînnameya darazê û ya îdarî derbarê bûyerê de hatiye amadekirin.”
Mamê Erbaşî yê ku çûye cihê bûyerê gotiye, leşkeran midaxeleyî Ozcanê di nava xwînê de nekirine. Wî biraziyê xwe li pişta xwe kiriye û biriye ser rê.
Komisyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) bang li rayedaran kiriye ku ji bo kuştina Ozcan Erbaşê 16 salî de lêpirsînnameyê derbarê hemû wezîfedarên dewletê yên berpirsiyar de amade bikin. (AS/FD)