Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) êrîşa li dijî Suavî ku di pîrozbahiya taybet a '19ê Tebaxê Roja Beykoziyan a Cîhanê' ya ji aliyê Şaredariya Stenbol-Beykozê ve hat lidarxistin de derket sehneyê şermezar kir.
"Êrîş plankirî ye"
Di daxuyaniya ÎHDê de wiha hat gotin:
“Ev êriş berdewamiya êrişên bi vî rengî yên ku di demên berê de li dijî gelek rewşenbîr û hunermendên di meseleyên civakî de hesasin, hatin kirin e. Suavî beriya konserê bi daxuyaniya Serokê Navçeya Beykozê yê MHPê ve bi awayekî eşkere hedef hat nîşandan û tiştên ku li piştî vê qewimîn da xuyakirin ku êrîş plankirî ye. "
“Herwiha tê dîtin ku armanca vê daxuyaniyê ewe ku civakê di siyaseta nefret û polarîzasyonê de kilît bike û tûndkariyê han bide ye, di heman demê de Suavî dike hedef.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de weha hatiye gotin:
"Wek encam; Polîtîka û gotinên ku di nav civakê de nefret û polarîzasyonê zêde dikin û tûndkariyê teşwîq dikin divê bên terikandin. Divê Wezareta Karên Navxweyî, Walîtî û Midûriyeta Emniyetê di warê pêşîgirtina li van êrîşan de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em dixwazin derbarê berpirsiyarên siyasî û edlî yên di êrişa dijî Sûavî de cih girtine de demildest pêvajoya hiqûqî were destpêkirin û derbarê encamê de raya giştî bê agahdarkirin. Suavî ne bi tenê ye, em pê re ne!”
Çi bûbû?
Di pîrozbahiya taybet a ji bo "19ê Tebaxê Roja Beykoziyan a Cîhanê" de ku li navçeya Beykoza Stenbolê hat lidarxistin, hunermend Suavî derket ser dikê.
Di dema konsera Sûavî de ji aliyê komekê ve êriş pêk hat. Pîrozbahî ji aliyê Şaredariya Beykozê ve hatibû lidarxistin.
Beriya konserê, Serokatiya Navçeya Beykozê ya MHPê bi daxuyaniyan hunermend Sûavî weke hedef nîşan dabû.
(EMK/AY)