Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran daxuyanî da.
Di daxuyaniya li ber avahiya şaxê hate dayîn de, dirûşmeya “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate berzkirin.

IHD: Hatîce Onaran ne bi tenê ye
Her weha endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Meral Nergis Şahîn bi bîr xist ku Hatîce Onaran ji ber ku di çarçoveya xebatên komeleyê de alîkariya madî daye girtiyên nexweş û xizan, bi sûcdariya “Fînansekirina terorîzmê” hate darizandin û 4 sal û 2 meh cezayê hepsê lê hate birîn. Hatîce Onaran ji 10’ê Cotmeha 2024’an û vir ve, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.
Meral Nergis Şahîn destnîşan kir ku Onaran 60 salî ye, ji sedî 79 astengdar e û girtiyeke nexweş e ku tedawiya kansera kolonê dîtiye. Meral Nergis Şahîn bang kir ku demildest Hatîce Onaran were berdan.
Piştî daxuyaniyê endamên ÎHD’ê, derbarê rewşa Hatîce Onaran name ji partiyên siyasî yên Meclîsê re şandin.
(EMK/AY)
