Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê xwestiye ku Acûn Karadag, Alev Şahîn, Nazan Bozkûrt, Mehmet Dersûlû, Armagan Ozbeş û Mahmût Konûk, çalakvanên Kolana Yukselê werin berdan.
ÎHDya Enqereyê derbarê mijarê de li avahiya xwe daxuyaniyek daye çapemeniyê. Di daxuyaniyê de İHDyê gotiye ku “Tenê ji ber dengê xwe qut nekirine hûn nikarin wan weke ‘terorîst’ bidin nasîn. Ev mirovên ku bi neheqî hatine girtin demildest serbest bikin.”
5em Dadweriay Silh û Cezayan a Enqereyê Mehmet Dersulu, Armagan Ozbaş, Acun Karadag, Nazan Bozkurt, Mahmut Konuk û Alev Şahîna li Duzceyê çalakî li dar dixist di 22yê Tebaxê de girtibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endam û rêveberên ÎHDyê beşdarî civînê bûne.
Melîke Gîray, Rêvebera ÎHDyê di civînê de axiviye û bal kişandiye li ser îxrackirina însanan ji karê wan û gotiye, 140 hezar mirov bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan (KHK) de ji karê xwe bûne. Gîray daye zanîn ku ev mirov her roj bi zilmê re rûbirû dimînin û xwestiye zext û pekûteyên li ser wan bi dawî bibin. Gîrayê bang li rayedaran kiriye ku demildest van çalakvanên dixwazin vegerin karê xwe werin berdan. (AS/FD)