IHD: 1333 nexweş li girtîgehan tên girtin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Stenbolê di Hefteya Mafên Mirovan de ji girtiyên nexweş re, kartên piştgiriyê şandin.
Endamên komisyonê li ber postexaneya Siraselvîlerê hatin ba hev û parkarta ku li ser “10-17ê Kanûna Paşiyê Hefteya Mafên Mirovan, Bila girtiyên nexweş serbest bibin” vekirin. Paşê jî kart ji girtiyên nexweş re şandin.
Hatice Onaran , endama Komîsyona Girtîgehan a İHDyê ji bianetê re got ku dina li girtîgehên Tirkiyeyê 500 jê giran, 1333 girtiyên nexweş hene.”
Onaranê wiha got:
"1333 nexweş hene"
“Dema me cara yekem di sala 2005ê de dest bi tomarkirina navên girtiyên nexweş kir, lîsteyeke gelek biçûk derket holê. Heke ku şaş nayê bîra min navê nêzîkî 50 kesan hebû li ber destê me.
“Lê di vê dema borî de pirsgirêkên giran ên Girtîgehên Tîpa Fyê û şert û mercên tecîtê her sal ev hejmar zêdetir kir. Ji ber tecrîtê, tenêhiştinê, ji ber ku weke mirov nabînin ev nexweşî hene. Ji ber ku her gav têkoşînê dikin hene.
“Lîsteya me wê di demeke nêz de bê nûkirin lê li gorî rapora me ya dawî li girtîgehên Tirkiyeyê 1333 girtiyên nexweş hene, nêzîkî 500ê wan giran in.
“Em dixwazin li ser jiyana mirovan polîtîkayan nemeşînin. Em dixwazin ku girtiyên rewşa wan giran bê şert û merc, bê hincet serbest bimînin.” (HA/FD)
Fotograf: MA
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
