Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) û Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ) ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî ku rojnamegerên bi navên Tunca Ogreten, Mahir Kanaat, Omer Çelik, Metin Yoksu, Eray Saygin û Derya Okatan bo çi 17 roj in binçavkirî ne.
EFJ û IFJê diyar kir ku derbarê binçavkirina 6 rojnamegeran de heta niha ti daxuyaniyekê fermî nehatiye dayîn û ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsin ku ka sedema binçavkirina wan çiye û xwestin ku ew rojnamegeran demildest serbest werin berdan.
IFJ û EFJê her wiha destnîşan kirin ku yê ku pêk tînin binpêkirina mafê mirovan e û ew dê vê yekê ragihînin ji Platforma Parastina Rojnamegeran a Konseya Ewropayê û Platforma Nexşekirina Azadiya Medyayê (Mapping Media Freedom Platform) re.
Çi bûbû?
Mudirê Nûçeya a DÎHAyê ku bi KHKyê hatibû girtin Omer Çelik, Nûçegihanê DÎHAyê Metin Yoksu, Nûçegihanê Dikenê Tunca Ogreten, Xebatkarê Muhasebeya BirGunê Mahir Kanaat, Mudira Karên Nivîsan a ETHAyê Derya Okatan, Xwediyê Îmtiyaza Rojnameya Yolculukê Eray Saygin di 25ê Kanûnê de di encama seregirtina malen wan de hatibûn binçavkirin. Derbarê 6 rojnamegeran de biryar hat dayîn ku dema desteserkirina wan heta 30 rojan hatiye dirêjkirin.
Di dosyeyê de biryara veşartinê heye.
Rojnameya Sabahê îdia kiribû ku Serdozgeriya Stenbolê derbarê wan rojnamegeran de bi îdiyên “bi Redhacaka koma heckerê têkşiliyên wan hene, li ser medyaya civakî propagandaya wan kirine” ve lêpirsîn daye destpêkirin.
Di wê nûçeyê de herwiha hat gotin ku derbarê rojnamevanên bi navê Fatih Yagmur, Deniz Yucel û Hunkar Alican Duman de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn lêbelê ew kesana li derveyî welêt bûne.
(EA/YO)