Federasyona Rojnamegeran ya Navneteweyî (IFJ) di 10ê Kanûna Pêşiyê Hefteya Mafên Mirovan de têkildarî rojnamegerên ku di sala 2024an de li seranserê cîhanê hatine kuştin raporek weşand.
Li gorî daneyên herî dawî ku hîn neqediyan e, ji 1ê Kanûna Paşiyê heta niha li cîhanê 104 xebatkarên medyayê hatine kuştin. 12 ji wan jin in.
IFJê gotibû ku di sala 2023an de 129 rojnameger mirine. IFJê di sala 1990an de dest bi weşandina lîsteya rojnamegerên ku hatine kuştin. Ji wê dîrokê ve sala 2023an sala herî zêde rojnameger lê hatine kuştine.
Li gorî raporê, li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Ereban 66, li Asya-Pasîfîkê 20, li Afrîkayê 8, li Amerîkayê 6 û li Ewropayê 4 rojnameger hatine kuştin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku li seranserê cîhanê 520 rojnameger girtî ne.
Ji destpêka şer û vir ve 138 rojnamegerên filistînî mirine
Ji sedî 60ê 104 rojnamegerên ku di sala 2024an de hatine kuştin li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Ereban in. Îsraîlê di şerê li Xeze û Lubnanê de 55 Fîlîstînî, 6 Lubnanî û 1 rojnamegerekî Sûriyeyî kuştin. Ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve roja şer dest pê kiriye, hejmara rojnamegerên Filistînî yên ku hatine kuştin herî kêm 138 e.
IFJê di rapora xwe de cih daye 3 xebatkarên medyayê yên ku di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de li bakurê Iraqê de hatibûn kuştin. Her weha di lîsteyê de wênegirekê ku di 4ê Kanûnê de li Sûriyê hatibû kuştin.
Rêveberiya Cûntayê li Myanmarê 3 rojnameger kuştin
Her weha îsal li Asya-Pasîfîkê 20 rojnameger hatin kuştin. Li Pakistanê 6, li Bangladeşê 5, li Hindistanê 3, li Myanmarê 3, li Fîlîpînê 1, Endonezyayê 1 û li Kazakîstanê rojnamegerek hat kuştin. Li Asya Pasîfîkê di sala 2023an de 12, di sala 2022an de jî 16 rojnameger hatin kuştin.
Ji 8 rojnamegerên ku li Afrîkayê jê 5 di şerê generalan de li Sûdanê hatin kuştin. Her wiha li Somalîyê 1 û Çadê jî rojnameger hat kuştin .
Berî ku şerê li Xezeyê dest pê bike, Amerîkaya Latîn û bi taybetî Meksîka, ji bo xebatkarên medyayê yek ji herêmên herî xeternak ên cîhanê bû. Lêbelê rêjeya kuştinê kêm bûye. IFJê ragihand ku di sala 2022an 30, 2023an 6 û di 2024an de 6 rojnameger hatin kuştin. 5 ji wan Meksîkî û 1 Kolombiyayî ye.
Li Ewropayê jî şerê li Ûkraynayê bû sedema mirina rojnamegeran; Di sala 2024an de 4 rojnameger dema şer dişopandin hatin kuştin. Li Ûkraynayê di sala 2022an de 13, di sala 2023an de jî 4 rojnameger hatibûn kuştin. Tevî vî şerî Ewropa hê jî ji bo rojnamegeran parzemîna herî biewle ya cîhanê ye.
520 rojnameger girtî ne
IFJê di 10ê Kanûna Pêşiya 2024an de gotiye ku 520 rojnameger girtî ne. Ev hejmar li gorî sala 2023 (427) û 2022 (375) zêdebûnek tund nîşan dide.
Çîn û Hong Kong ku 135 rojnameger lê girtîne, ji bo xebatkarên medyayê mezintirîn zindana cîhanê ye. Piştî van welatan Îsraîl (59 rojnamevanên Fîlîstînî) û Myanmar (44) tên.
Sekreterê Giştî yê IFJê Anthony Bellanger got ku van daneyan careke din nîşanî me da ku pîşeya rojnamegeriyê çiqas birîsk û xeternak e.
IFJê gotiye ku divê Neteweyên Yekbûyî Peymana Navneteweyî ya Ji Bo Parastina Rojnamegeran wek mijareke lezgîn nas bike.
Ji bo lîsteya rojnameger û xebatkarên medyayê yên di sala 2024an de hatine kuştin vir bitikînin û her weha ji bo lîsteya rojnamegerên girtî jî vir bitikînin.
(HA/AY)