Narîn Guran di 21ê Tebaxê de winda bûbû û di 8ê Îlonê saet di 08.45an de termê wê di nav çem de di çewal de hat dîtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de endamên malbatê jî di nav de ji gund 24 kes hatin desteserkirin.
Hatibû tespîrkirin ku Nevzat Bahtiyar bi wesayîta xwe çûye ber çemê ku cenazeyê Narînê lê hatibû dîtin. Piştre Nevzat Bahtiyar hat desteserkirin û di jêpirsînê de têkildarî kuştinê hin tişt îtiraf kir. Du roj berê Bahtiyar piştî îfadeya li dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ku “bûye hevkarê kuştina bi qestî” hat girtin.
LÊPİRSÎNA NARÎN GURANÊ
"Min di 21ê Tebaxê de termê Narînê avêt nava çem"
Narîn herî dawî di saet 15.15an de xûya bûbû
Îro serê sibê saet di 05.40an de 22 kesên ku îfadeya wan a li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Rezanê temam bû, şandin Edliyeya Amedê.
22 gumanbarên ku ji bo îfadedayînê li dozgeriyê ne ev in: Bavê Narînê, Arif Gûran (44), dayîka wê Yuksel Gûran (44), birayê wê Enes Gûran (18), apên wê Ö.F.G. (29), B.G. (37), F.G. (42), K.G. (31), M.G. (40), H.Î.G., pismamên wê U.G. (24) û O.G. (23), dotmamên wê, M.G. (15) û B.G. (19), kurê pismamê wê D.G. (22), jinapên wê M.G. (46) û M.G. (39), meta wê, A.K. (40), zavayê wê, M.Ş., karkerên girêdayî Salim Gûran, Ö.Y. û M.S. (40) û kurê yek ji karkeran yê 15 salî û M.K. (23)
Îfadedayîna li dozgeriyê ku saet di 07:00an de dest pê kir hê jî didome. Heta niha îfadeyên 9 kesan hatine girtin. Di nav kesên ku îfadeya wan hatin girtin de dayika Narînê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, bavê wê Arîf Guran û hevjîn û keça apê wê yê gumanbar jî hene.
Narîn Guran hat definkirin
Di encama lêkolînan de diyar bûye ku Narîn Guran herî dawî di saet 15.15an de li Taxa Tavşantepeyê hatiye dîtin.
Hatiye tespîtkirin ku wesayîta Nevzat Bahtiyar ê ku termê Narînê biribû ber çem, ji 15.40an heta 16.30an li wir maye.
Piştî lêkolînan, îfadeya zaroka keç ku îdia kiribû wê di saet 18.40an de Narîn Gûran dîtiye careke din hat girtin. Her weha zarokê gotiye ku Salim Guranê girtî ji bo ku ew saetan rast nebêje gef li wê xwariye û ew hişyar kiriye.
Lêpirsîna li dozgeriyê ya 8 kesên gumanbar berdewam dike.
(ED/TY/AY)