Fotograf: MLSA
Idrîs Sayilgan, Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê piştî ku parêzerên wî li hemberî biryara girtina wî derketin, îro serbest bûye.
Sayilgan û Nacî Kaya ji bo rewşa penaberên li ser sînorê Edîrneyê bişopînin çûbûn Edîrneyê û di 29ê Sibatê de hatibûn desteserkirin. Sayilgan di 2ê Adarê de hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa Fyê a Edîrneyê. Nacî Kaya jî li gel biryara dadgehê ya berdanê, hêj desteserkirî ye.
Li ser îtîraza parêzeran Sayilgan îro hatiye berdan. Parêzeran li Dadgeha Erziromê îtîraz kirine û heyeta dadgehê derbarê Îdrîs Sayilganî de biryara serbestiyê dane. Piştî biryarê Sayilgan dê di saetên pêş de ji girtîgehê derkeve.
Çi bûbû?
Idrîs Sayilgan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê di 29ê Sibatê de dema çûna penaberan a ber bi Yewnanistanê dişopand tevlî Nacî Kayayî hatibû desteserkirin û di 2yê Adarê de hatibû girtin.
Sayilgan û Kaya piştî hatibûn desteserkirin, ew biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê. Ji ber biryara qedexeya derketina derve ya derbarê wan de ew biribûn Edliyeya Edirneyê. Dozgerî daxwaza girtina wan kiribû. Her du rojnameger bi rêya Sîstem Deng û Dîmenveguhastinê (SEGBİS) îfade dabûn.
Îdrîs Sayilgan dema nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê bû di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de li Mûşê hatibû girtin û piştî 3 meh û salek li girtîgehê mabû di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de tehliye bûbû. 2em Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê di 8 sal û 3 meh cezaiyê girtîgehê li Sayilganî birî bû. Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezayê li Sayilganî hatibû birîn xera kiribû.
Sayilganî xwe wiha parastibû: "Piştî ji dosya ez ji ber wê hatibûm girtim hatim tehliyekirin bi mehekê min li Ajansa Mezopotamyayê dest bi karî kir. Me li cihekî talde dîmen nekişand. Min nizanîbû ku ez lê heremeka leşkerî dîmenan dikişînim. Dema me bi kamerayê dîmen dikişand em hatin desteserkirin. Ger ku me bizanibûya qedexe ye me yê destûr bixwesta. Lê hemû medya li wir dîmen dikişandin û bernameyên zindî çêdikirin. Em rojnameger in û ji bo nûçeyan çûbûn wir. Em ne ji bo derkevin dervê welat lê ji bo em nûçeyan çêkin em çûn wir. Li gel me rojnamegerên din jî hatin desteserkirin. Lê ew rojnamegerên din hatin berdan. 2 rojnamegerên Rudawê jî gel me hatin desteserkirin û hatin berdan. Ez dixwazim ez jî bêm berdan."
Piştî parastinê dadgehê derbarê Sayilgan de biryara girtinê dabû. Heyeta dadgehê diyar kiribû ku heke nûçeyên li wê herêmê çêkirine, pêşkêş bikin ew ê bikaribin biryara xwe careke din binirxînin. (FD)