Fotograf: Seda Taşkın / MLSA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Idrîs Sayilgan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê di 29ê Sibatê de dema çûna penaberan a ber bi Yewnanistanê dişopand tevlî Nacî kayayî hatibû desteserkirin, îro hatiye girtin. Nacî Kaya jî hatiye tehliyekirin lê li ser daxwaza dozgeriyê, desteserkirî maye.
Sayilgan û Kaya piştî hatin desteserkirin, ew biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê. Ji ber biryara qedexeya derketina derve ya derbarê wan de ew birine Edliyeya Edirneyî. Dozgerî daxwaza girtina wan kiriye. Her du rojnameger bi rêya Sîstem Deng û Dîmenveguhastinê (SEGBİS) îfade dane.
Îdrîs Sayilgan dema nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) yê bû di 17ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de li Mûşê hatibû girtin û piştî 3 meh û salek li girtîgehê mabû di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de tehliye bûbû. 2em Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê di 8 sal û 3 meh cezaiyê girtîgehê li Sayilganî birî bû. Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezayê li Sayilganî hatibû birîn xera kiribû.
Sayilgan îro di saetên serê sibê de birine Edliyeya Edîrneyê. Sayilgan, li vir bi rêya SEGBÎSê beşdarî 2em Dadgeha Cezayên Giran a Herêmî ya Erziromê kiribû.
“Ez ji bû çêkirina nûçeyan li wir bûm”
Sayilganî xwe wiha parastiye: "Piştî ji dosya ez ji be wê hatibûm girtim hatim tehliyekirin bi mehekê min li Ajansa Mezopotamyayê dest bi karî kir. Me li cihekî talde dîmen nekişand. Min nizanîbû ku ez lê heremeka leşkerî dîmenan dikişînim. Dema me bi kamerayê dîmen dikişand em hatin desteserkirin. Ger ku me bizanibûya qedexe ye me yê destûr bixwesta. Lê hemû medya li wir dîmen dikişandin û bernameyên zindî çêdikirin. Em rojnameger in û ji bo nûçeyan çûbûn wir. Em ne ji bo derkevin dervê welat lê ji bo em nûçeyan çêkin em çûn wir. Li gel me rojnamegerên din jî hatin desteserkirin. Lê ew rojnamegerên din hatin berdan. 2 rojnamegerên Rudawê jî gel me hatin desteserkirin û hatin berdan. Ez dixwazim ez jî bêm berdan."
Piştî parastinê dadgehê derbarê Sayilgan de biryara girtinê daye. Heyeta dadgehê diyar kiriye ku heke nûçeyên li wê herêmê pêşkêş bike ew ê bikaribin biryara xwe careke din binirxînin.
Sayilgan piştî hat girtin şandine Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê. (HA/FD)