Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê yê berê Îdrîs Balûken ku li Girtîgeha Sîncanê girtîbû û di 5ê Nîsanê de hate berdan. Balûken îro daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Balûken di peyama xwe de destnîşan kiriye û gotiye,“Hemû raya giştî ya hundir û derve û derdorên hiqûqî baş pê dizanin ku di dema meşandina van xebatan de em rastî pêvajoyeke darazê ya neheq û derhiqûqî yên bi sedemên siyasî hatin. Di van bêedaletiyan her ku diçe zêdetir dibin de mercên dîltiyê yên fîzîkî yên 6 sal û nîvan û pêvajoyên dadgehê yên bênavber bûn para şexsê min jî.”
‘Erk û berpirsiyariyên me zêdetir bûne’
Bi domdarî Balûken spasiya her kesên piştî berdana wî peyamên “derbasiyê” şandine kiriye û wiha gotiye: “Hesasiyeta kesên ji fikr û partiyên cuda yên di mijara nirxên bingehîn û têkiliyên însanî de, ji bo pêkvejiyanê û pêşeroja demokratîk de hêviyeke mezin dide. Eleqeya hatiye nîşandan, di heman demê de erk û berpirsyartiyên me yên ku bingeha xebatên me yên siyasî ye jî zêdetir kiriye.”
“Pêdivî bi zimanekî nû heye”
Balûkan wiha dewam kiriye: “Di pêvajoya heyî de keyfxweşiyeke herî biçûk jî di nava derdorên cuda de vediguhere hestekî hevpar. Ev yek jî nîşaneya îradeya civakî ya xurt a ji bo aştiyê ye. Li şûna gotinên reşbîn û neçareseriyê ku gelek caran ji bilî galegalê bi kêrî tiştekî nayên, pêdivî bi ziman û gotinên aştiyê heye ku bi kêrî çareseriyê tê. Peywira ewil a saziya siyasetê, hemû welatiyan û derdorên civakî ew e ku vê pêvajoyê veguherînin jiyaneke aştî, demokrasî û azadiyan esas digire.”
“Divê siyaset li ser hîmê armanca aştiyê bê avakirin. Weke kesekê ku di tevahiya jiyana xwe de di destekî de pênûs û di destê din de şaxê zeytûnê gerandî û bi vê jî serbilind, dibêjim ku dê ji vir û şûnde jî mîna moriyeke ji bo vemirandina şewatê avê vediguhêze di nava hewldanan de bim. Di serî de pirsgirêka kurd, divê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên aliyên wan ên dîrokî û siyasî heyîn, di çarçoveya pêvajoyeke guherîn û veguherînê ya nû de were çareserkirin. Ev yek, ji bo pêşeroja me ya hevpar bivê nevê ye. Tişta li pey serdemên hilweşîner û tarî mayî ne kavil divê hêvî be. Em dizanin ku tu bedelên ji bo mezinkirina vê hêviyê û avakirina jiyaneke nû hatine dayîn vala nehatine dayîn. Di vê çarçoveyê de ez careke din silavên xwe yên taybet û spasiyên xwe li her kesên rewşa me pirsî dikim.” (TY/AY)