Mij û morana ku xwe daye ser Îdirê, dîmenên newaze derxistine holê. Dîmen û wêneyên bajarê di bin mij û moranê da, ji serê Çiyayê Agirî û yê Zorê hatine kişandin.
Mijê ku xwe bi ser bajêr da girt û bi hilhatina tavê va dîmenên pir cuda derxis holê, mîna behreke bê ser û binî xuya kir.
Çiyayê Agiriyê ku bi tîrêjên tavê va biriqî û li pişt perdeya mijê da ma, dîmenên wekî postkartan derxistin holê.
Fotograf: Bulent Mavzer / AA