Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementera Mûşê ya HDPê Bûrcû Çelik derbarê îdiaya ku li Girtîgeha Edirneyê îşkence û muameleya nebaş tê kirin ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag pirsî. Tê zanîn ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş û Parlementerê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî li Girtîgeha Edirneyê girtî ne.
Bûrcû Çelik di pirsnameyê de van agahiyan da: “Di 7ê Çileya 2017an de li Girtîgeha Edirneyê li dijî girtiyên bi navê Abuzer Duymaz, Aydin Sonmez û Bulent Ozturk ji hela wezîfedarên girtîgehê ve êriş hatiye kirin. Çavên Ozturk şîn bûne û bi wî halê birine cem bêjişk. Lêbelê di rapora bêjîşk de hatiye gotin ku “ti tişteke wî nîn e”. Piştre Ozturk bi wê halê wî ve avêtine odeya bi sünger.”
Ji bo girtiyan ewlehî pêk tê?
Çelik van pirsan ji Wezîrê Dadê kir ku bibersivîne:
*Agahiya li Girtîgeha Edirneyê îşkence li girtiyên bi navên Duymaz, Ozturk û Sonmez hatiye kirin rast e?
*Gelo ji bo Duymaz, Ozturk û Sonmez ji bijîşkê rapora derpkirinê hatiye hilanîn?
*Dibêjin çavên Ozturk şîn bûye lê dîsa jî bêjîşkê di raporê de gotiye “ti tişteke wî nîn e”. Gelo ev yek rast e?
*Di çarçoveya vê yeke de gelo derbarê wan wezîfedarên li girtîgehê de ti lêpirsîn hatiye vekirin an na?
*Eger lêpirsîn hatibe kirin, encama wê çiye?
*Dîmenên kamerayên li girtîgehê hatiye lêkolînkirin?
*Li girtîgeha ku Demirtaş û Zeydan lê girtî ne, ewlehî heye an na?
*Îdiaya ku li girtîgehê bi taybetî zext li girtiyên siyasî tê kirin rast e?
*Gelo wezaretê bi xwe li wê girtîgehê derbarê zextan de heta niha ti lêpirsîn kiriye an ne?
*Ji bo pêşîlêgirtina îşkencekirinê gelo Wezareta Dadê ti tedbir girtiye an na?
(AS/YO)