Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de, polîsan di 8e Hezîrana 2022an de bi ser gelek malan de girtibûn û 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes desteser kiribûn. Pîştî 10 mehan derbarê Rêvebera Nûçeyan a Ajansa JINNEWSê Safiye Alagaşê de îdianame hatiye amadekirin.
Li gorî nûçeya Jinnewsê piştî 10 mehan derbarê Rêvebera Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaşê de îdîaname hatiye amadekirin. Îdîanameya ku hatiye amadekirin ji aliyê 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatiye pejirandin. Danişîna yekemîn a dozê wê di 25ê Gulanê de bê lidarxistin.
Îdîaname ji 383 rûpelan pêk hatiye û hesabê Youtubeyê yê JINNEWSê, hesabên medyaya civakî û hwd hatine lêkolînkirin û di îddianameyê de wiha hatiye gotin:
"Li gorî bîrdoziya rêxistinê li ser malperê berdevkiya rêxistinê kiriye."
"Her wiha nûçeyên derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, tecrîd, girtiyên nexweş, malbatên girtiyên nexweş, grevên birçîbûnê, binpêkirina mafên mirovan wek sûc hatin nirxandin. Nûçeyên rûtin ên wekî "Em fedakariya Aysel Dogan ji bîr nakin, Jin tevlî Konferansa Herêmî bûn, Meclîsa Çand û Hunerê ya HDKê hat avakirin hwd wek sûc hatine nirxandin. Di îdîanameyê de wêneyên nûçeyên rûtin jî wek amûrê sûc hatine nirxandin."
Her wiha di îdîanameyê de îfadeyên Alagaşê jî yên derbarê xebatên wê û xebatên JINNEWSê de cih girtiye. Gotinên Safiyeyê yên di îddinameyê de wiha ne: "Ez berpirsê karê nivîsan a JINNEWSê me, her wiha ez hem edîtoriyê dikim û hem jî nûçeyan çêdikim. Şîrketa JINNEWSê ya min bi xwe ye. Peyva tecrîdê ne peyveke rêxistinî ye hêla wê ya navneteweyî jî heye û ji bo kesên ku hatine îzolekirin tê bikaranîn. Komploya Navneteweyî jî ji hêla kurdan ve tê bikaranîn. Rojnameya Xwebûn jî ne li gorî talîmatên PKKê li gorî vîna xwe nûçeyan çêdike. Di sala 2017'an de piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Peyasê hat kirin ez ji kar hatim derxistin û min dest bi rojnamegeriyê kir. Min xwest ez bi rojnamegeriyê têkoşîna jinan bînim ziman û min ji ber vê ajans vekir. Belgeselên ku wek sûc tê nirxandin di pêvajoya çareseriyê de hatin çêkirin. Ez îdîayên ku derbarê min de hatine amadekirin qebûl nakim."
Dozger xwestiye rojnameger Safiye Alagaş were cezakirin.(AY)