Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsîna xwe ya derbarê rojnameger Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmazî de temam kiriye û îdianameya xwe amade kiriye.
Dozgerî îdianame pêşkêşî Dadgeha 28an a Cezayê Giran a Enqereyê kiriye. Dadgeh wê di nava 15 rojan de biryara xwe bide bê wê qebûl bike yan na.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MAyê Sedat Yilmaz jî di nav de lêpirsîn ji bo 19 kesan hatibû kirin.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û di encamê de li 15 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. 19 kes hatibûn desteserkirin ku Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Di 2yê Gulanê de kesên desteserkirî biribûn edliyeyê û dozgeriyê daxwaza girtina 15 kesan kiribû û xwestibû 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest bibin.
Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar a Enqereyê biryara girtina rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Muftuoglû û Erol Balci, Abdûrrahîm Tanyelî û Ramazan Debeyî dabû.
Hevjîna Sedat Yilmazî Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmış, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Li gorî biryara dadweriyê wê ev kes biçin îmzeyê bidin û nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.
Bixwîne - Rojnameger Muftuoglû û Yilmaz hatine girtin
(FD)