Îddîanameya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye amadekirin, ji aliyê 22em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hatiye qebûlkirin.
Dadgehê hêj dîroka danişînê diyar nekiriye. Parêzer hewl didin xwe bigihînin îddîanameya hatiye amadekirin.
Di îddîanameyê de 108 kes bi van tohmetan tên sûcdarkirin: “Kuştina kesan (37), hewldana kuştina kesan (31), talan (24), desteserkirin (38), hewldana destesrkirinê (2), zirarê dane mal û milk (1750), bi şewitandinê zirar dane mal û milk (397), zirar dane malê cemaweriyê (1060), bi şewitandinê zirarê dane mal û milkê cemaweriyê (503), binpêkirina destnedayîna (53), bi şevê binpêkirina destnedayîna kargehan (294), bi şevê vekirî dizî hatiye kirin (26), vekirî dizî kirin (20), dizî (114), bi şevê dizî (272), birîndarkirina hêsan (5), bi sîlehê birîndarkirina hêsan (43), wezîfedarê cemaweriyê bi sîlehê birîndarkirina hêsan (264), bi sîlehê birîndarkirina wezîfedarê cemaweriyê bi qestî hêsanî (7), bi şeklê ku hestî bişkê birîndarkirina bi sîlehê (1), bi şeklê ku hestî bişkê birîndarkirina bi sîlehê ya qestî (1), bi sîlehê birîndarkirina bi qestî (78), bi sîlehê birîndarkirina wezîfedarê cemaweriyê (51), binpêkirina azadiya kar û xebatê (3), ziyana îbadetxaneyan (4), bûne sedemê ji ber çûyîna zarok (1), şewitandina lê (24), muxalefeta yasaya jimara 5816’an (25), navtêdana sûckirinê, xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welat.”
Her weha Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de 27 siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînê de girtî ne.
Wek karê destpêkê lêpirsîna Kobanêyê pejirandiye
Desteya Dadger û Dozgeran (HSK), Ahmet Akçayî ji bo Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê wezîfedar kiribû. Akçayî îro çûye Qesra Edaletê ya Enqereyê û wek karê wî yê destpêkê pejirandina dosyeya “Lêpirsîna Kobanê” bûye.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de biryar dabû û gotibû, demildest Selahattîn Demîrtaş azad bikin.(AY)
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê