Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Îdinameya derbarê 19 rêveber, nivîskar û xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê de hatiye amadekirin di Sabahê de hat belav kirin ku îdianame hîna (14.08) nedabûn parêzerên rojnameyê.
Nûçeya ku di Sabahê de ji hêla Nazif Kahraman ve bi sernavê “Ji bo 19 rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê doza rêxistinê” hatiye belavkirin Cumhuriyetê bi sernavê “Îdianameya ku hîna neketiye destê parêzvanên berevaniyê li ba pênûsên alîgir e” hat weşandin.
Li gorî nûçeya Sabahê di îdianameya ku hîna ji hêla dadgehê ve nehatiye qebûlkirin de ji bo 19 kesan tohmetên “Herçiqas ku ne endamê rêxistina terorê ya çekdarî be jî alîkariya rêxistinê” û “Endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” cî digirin.
Di îdianameyê de navê Serokê Lijneya Icra yê Weqfa Cumhuriyetê Akin Atalay, Serokê Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Orhan Erinç, Endamê Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Bulent Utku, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu, Şêwirmendê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Kadri Gursel, Endamên Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Guray Oz, Onder Çelik, Turhan Gunay, Musa Kart, Hakan Karasinir, Mustafa Kemal Gungor, Hikmet Çetinkaya, nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engin, Midûrê Muhasebe yê Rojnameya Cumhuriyetê Gunseli Ozaltay, Nûçegîhanê Rojnameya Cumhuriyetê Ahmet Şik, Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar, Endamê berê yê Lijneya Birêveberiya Weqfa Cumhuriyetê Bulent Yener û ligel rojnameger İlhan Tanir, navê Ahmet Kemal Aydogdu yê ji ber parvekirinên wî yên Twitterê hatibû girtî di îdianameyê de heye.
(EA/FD)